Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ragihand ku dewleta Tirk bi êrîşkirina gundên rojhilatê Minbicê dixwaze dengê nîjadperestan zêdebike di referandûmê de, dixwaze dagirkeriya xwe ya li ser Bakurê Suriyeyê berfirehtir bike û wiha got: “Em ê Minbicê û gelê xwe ji êrîşan biparêzin û bang li derdorên navnetewî kir.”
Dewleta Tirk bi armanca dagirkeriya Bakurê Suriyeyê ev çend roje bi çeteyan ve êrişên xwe yên li ser gundên rojhilatê Minbicê didomînin. Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş li ser êrîşan nirxandin kir û ji ajansa me re axivî;
‘ŞERVANÊN ME EV ÊRIŞ VALE DERXISTIN’
Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şercan Derwîş têkildarî êrîşa çeteyên dewleta Tirk ya li ser axa Minbic û endamê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ev agahî dan me; “Bi pêşveçûnên rejîmê yên li rojavayê Babê re bi hezaran penaber berê xwe dan Minbicê. Em jî weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo pêşwazîkirina penaberan û ewlehiya eniyên şer seferberbûn. Di vê pêvajoyê de bi awayekî hemwext û hevpar çeteyên DAIŞ’ê ji eniya rojava û hêzên ‘mertalên Firatê’ ji aliyê Bab’ê ve êrîşî şervanên me kirin. Êrîşên giran li xeta Tiltorin, Gorhiyok, Boxaz, Ulaşli, Ceble, El-Hemara û gundê Halidiye yê çêbûn û hemû êrîş hatin şikandin. Bi çekên giran xwestin êrîş bikin û pêşve biçin. Lê belê şervanên me heta niha ev êrîşa wan vale derxistin û heta niha derbeyek mezin li wan dane.”
‘DI ÊRIŞAN DE SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DIDIN’
Derwîş bal kişand ser bi êrîşa çeteyên dewleta Tirk re sivîlan jiyana xwe ji dest dan û wiha got: “Herêmê bi çekên giran û topan topbaran dikirin. Di vê bombebaranê de sivîl birindar dibûn û jiyana xwe ji dest didan. Em gelek caran diyarkiriye ku em naxwazin dijminatiya ti kesê bikin. Lê belê bi êrîşên li ser bajarê me em ê bersiv bidin û gelê xwe biparêzin. Ev biryara me ye. Me dijminatiya ti kesê nekiriye û em nebûne metirsîdar. Bila hemû kes bizanin ku em naxwazin bi çavê dijminatî temaşeyî kesê bikin lê belê ew me weke dijmin dibînin.”
‘HESABÊN WAN YÊN HUNDIR Û JI DERVE HENE’
Derwîş diyarkir ku bi van êrişên dewleta Tirk ve hesabên wan yên hundir û ji derve hene û wiha anî ziman: “Wiha tê dîtin bi ku bi van êrîşan re dixwazin ji hundir bi MHP’ê re û nîjadperestiyê di referandûmê de dengê xwe zêdetir bikin û wê peyamê didin. Dîsa dixwazin pirsgirêkên xwe yên navxweyî derbixin ji derve. Hem ji dixwazin dagirkiriya Bakurê Suriyeyê mezintir bike û hebûna xwe li vir bi domîne. Li ser xwînê hesaban dikin.”
‘BI HEZARAN MIROVÊN KU JI ŞER DIREVIN DERBASI MINBICÊ DIBIN’
Derwîş diyarkir ku di çend mehên derbasbûyî de bi hezaran penaber koçberî Minbicê bûne û di çend rojên dawî de jî ev pêla penaberan zêdetir bûne û got: “Hemû kes dizane ku li Minbicê ji 500 hezar zêdetir sivîl dijîn. Derdora 85-90 hezar penaber hatin Minbicê. Di çend rojên dawî de di pêvajoya ku şerê rejîmê re welatiyên ku di navbera rejîm û DAIŞ’ê de diman hatin Minbicê. Ji xwe di berê de jî di dema pêvajoya ‘mertalê Firatê’ ya Babê de jî bi hezaran welatiyên ku dinavbera DAIŞ û ‘Mertalê Firatê’ de mayîn hatin Minbicê. Li Minbicê ji ber ku îstikrar û bawerî çêbûye her kesên ku ji şer direvin berê xwe didin Minbicê. Di vî alî de jî em gelek zehmetiyan dikêşin.”
‘DIVÊ CÎHAN JI VAN ÊRÎŞAN BÊJE RAWESTE’
Şervan Derwîş bal kişand ser seferberiya ji bo penaberan û wiha ev bang kir: “Saziyên Navnetewî yên alikariyê heta niha ji bo penaberên li Minbicê xebatek ber biçav ne dane destpêkirin. Ji bo ku em alikariyê bidin penaberan divê cîhan mûdaxaleyî van êrîşan bike û em li bendê ne ku van êrîşan bide sekinandin.”