BI DÎMEN

‘Em ê bibin layiqê keda Rêber Apo’

Gerîlayan diyar kirin ku ew bi keda mezin a Rêberê Gelê Kurd hatine roja îro û gotin: “Weke hêzên azadiya jinê ya Kurdistanê, em ê bibin layiqê keda Rêber Apo.”

GERÎLA

Gerîlayên YJA Star û HPG’ê bi wesîleya 8’ê Adarê ji ANF’ê re axivîn.

Gerîlaya YJA Starê Rojda Zagros diyar kir ku ew li çiyayên azad bi moraleke mezin 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikin û got: “Mîna Rêber Apo gotî, ne tenê 8’ê Adarê her roj roja jinan e. Ji bo me rojeke bi wate û bi nirx e. Rêber Apo ji bo me kedeke mezin da, rêya bawerî û azadiyê nîşan da. Niha li çiyayên azad ên Kurdistanê em bi îradeya xwe berxwedanê raber dikin.”

‘HEMÛ JÎ BI SAYA RÊBER APO’

Rojda Zagros destnîşan kir ku li çiyayên Kurdistanê pîrozkirina 8’ê Adarê xwedî ciheke cuda ye û di mirov de bawerî û cesaretê diafirîne û wiha got: “Evane hemû jî bi saya Rêber Apo pêş ketin. Xwedî derketina li fikrên Rêber Apo di mirov de hestê jiyanê pêş dixe. Hêzeke mezin di me de ava dike. Bi taybetî pîrozbahiyên 8’ê Adarê em diyarî Rêber Apo û hevalên xwe yên şehîd dikin.”

‘EM Ê NIRXÊN KU HATINE AFIRANDIN, JI DIJMIN RE NEHÊLIN’

Gerîlaya YJA Starê Pelîn Amed jî ev tişt got: “Weke gerîlayên jin, hatina me ya roja îro bi saya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji me kedeke mezin daye. Em jî weke hêzên azadiya jinê ya Kurdistanê wê bibin layiqê keda Rêber Apo. Pêvajo jî vê yekê ji me dixwaze. Dijmin bi hemû dijwariya xwe li dijî Rêber Apo polîtîkaya şerê taybet dimeşîne. Çi dibe bila bibe, em ê nirxên ku Rêber Apo ji bo me afirandine ji dijmin re nehêlin. Weke hevrêyên Heval Sara û Heval Zîlan me li çiyayên Kurdistanê têkoşîna jinê gihandiye asta herî jor. Bi hezaran hevrêyên me yên jin ên bi fedayî şer dikin jî xwe di qadên berxwedanê de nîşan dane. Weke hevrêyên wan em ê xwedî li hemû kedan derbikevin.”

‘ÇIYA JI BO JINAN DERIYÊ AZADIYÊ YE’

Gerîla Canfeda Tolhildan jî anî ziman ku weke hêzên gerîla ew di ferqa wezîfeya xwe de ne, bawer dikin ku ew ê hemûyan jî bi cih bînin û wiha got: “Rêber Apo jin di civakeke ku hebûna wê jî nayê naskirin de kir pêşeng. Jinên dilsozê Rêber Apo li çiyayên Kurdistanê berxwedanê raber dikin. Em ê bibin şopdarê Heval Doga û hevrêyên jin ên di tunelên berxwedanê de xwe fedayî azadiyê kirine. Jin divê koletiya ku tê ferzkirin qebûl nekin, berê xwe bidin çiyayên azad. Çiya ji bo jinan deriyê azadiyê ye.”

‘SEKNA AZAD A JINÊ MÎNAK E’

Gerîlayê HPG’ê Dilsoz Avzem jî got ku ew jiyana koletiyê ya ku sîstema kapîtalîst ferz dike qebûl nakin û li dijî vê têdikoşin. Avzem wiha bilêv kir: “Di şexsê Heval Bêrîtan, Sara û Zîlanê de em sekna azad a jinê dibînin. Yên mînak bên girtin, ew in. Hemû jî bi saya keda Rêber Apo ye. Niha hevalên me yên jin ên di tunelên şer de berxwedanê raber dikin, ji bo me pîvana azadiyê ne. Di şexsê Avzem, Bager, Mizgîn, Rojda, Karker, Berçem û Rustem de xwe nîşan daye. Weke hevrêyên wan, em soz didin ku em ê heta dawiyê li ser rêya azadiyê ya jinê bimeşin.”