'Em ê bi hev re di dilê heqîqetê de ji bo azadiyê lê bidin'

Bêrîkirin, hesta ku jan dide dilê mirov, her dişewitîne lê nake xwelî û naqedîne. Heta ger bigihîje wateya xwe ya rastîn mirov ji nû ve dide afirandin. 

Bêrî kirin, hesta ku jan dide dilê mirov, her dişewitîne lê nake xwelî û naqedîne. Heta ger bigihîje wateya xwe ya rastîn mirov ji nû ve dide afirandin. Ne şerm e, ne jî guneh e. Hesta herî asê, herî pîroz û herî bi êş e. Ne bi gotin aş dibe, ne jî bi bihîstinê. 

A hêja digere, tenê hezkirin û hev temamkirinê dixwaze. Cihê herî zêde xwe dide hîskirin, bedena ku ruhê hevrêtiyê tê de ava bûye ye. Di nav paqijî, xwîngermî, fedakartî û jidilbûnê de bizrê xwe diavêje. Bizrek wisa bêar e ku her kêlî xwe nû dike û zêde dibe. Ji ber wê ye ku di bedenan de tebatî nayê û dixwaze xwe bide der. Ji ber wê ye, ne wext guhdar dike ne jî cih. Di her hucreyeke de bêdawîbûna xwe diqîre. 

Hevalê bedew ê tê bêrîkirinê tu yî. Ya hêja, ya tê hez kirinê û ya hev temamkirinê dixwaze jî tu yî. Te bi sekna xwe ya jiyanê, bi ruhê xwe yê heyva 14'ê şevî li pey xwe dihêle ve ev bizir di dil û mêjiyê me de çand. Ez? Ez, nîvcomayînan bi gîhandina temamiyê ve erkdar im. Ne stû tewandî me, ser bilind im bi vê erka payebilind. Ger di jiyanê de sekin û pêkanînên min bibin eynika hedef û armancên heqîqetê, wê demê ez ê layîqî ya hêja bibim, bibim xwedî hezkirineke pîroz. Wê demê bêrîkirin bigîhije wateya rastîn.Têgîna “ez”, “tu”,“ew” bihele, bibe “em”. Em ê di dilê heqîqetê de bi hev du re ji bo azadiyê lê bidin.