'Em ê Şengalê timî biparêzin'

Ji fermandarên HPG'ê Serkeft Çalak got, ew ê Şengala ku piştî berxwedana 11 mehan rizgar kirin heta dawiyê li dijî dagirkeran biparêzin.

Di ser rizgarkirina navenda bajarê Şengalê re du sal derbas bûn. Ji wê rojê ve civaka Êzidî xwe diparêze û ji bo statuya xwe gelekî hewl dide.

Ji fermandarên HPG'ê Serkeft Çalak, berxwedana mezin a 11 mehan û 2. salvegera rizgarkirina navenda Şengalê nirxand. Serkeft Çalak anî ziman, ku bi daxwaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew di 8'ê Tebaxa 2014'an de hatine Şengalê û diyar kir ku piştî YPG'ê korîdor li aliyê Dîgurê vekir hêzên HPG'ê li çiyê bi cih bûn û bi vî rengî hewl da gelê mayî rizgar bikin.

ME DEST JI TI CIHÎ BERNEDAN

Çalak di dewama axaftina xwe de got, "Gelek trajediyan rû dan. Gelek mirov ji tî û birçîna jiyana xwe ji dest dan. Me 11 mehan li navenda bajarê Şengalê li dijî DAIŞ'ê her roj şer kir. Şerekî gelekî giran bû. Çeperên me gelekî nêzî hev bûn. Kolan bi kolan me li hemberî hev şer dikir. Hêzên PDK'ê bi ti awayî nedihatin alîkariyê. Dixwestin hêzeke hevpar bê avakirin. 11 mehan li taxan şerekî dijwar qewimî. Berdêlên gelekî giran hatin dayin. Berxwedaneke mezin derkete holê. Di nava her şert û mercî de diviyabû ev berxwedan bi ser biketa. Me dest ji ti cihê bi dest xistin bernedan. Piştî şerê 11 mehan ê li taxan, li navenda bajêr tenê pêngavek mabû. Pêşmergeyên hatin navenda bajêr, dixwestin welê nîşan bidin mîna ku wan Şengal rizgar kirine. Ne ji me bûya, Pêşmerge bi ti awayî nikarîbûn biketina nava Şengalê. Bi taybetî hêzên PDK'ê hewl didan nîşan bidin ku Şengal rizgar kirine. Di dema rizgarkirina navenda Şengalê de hêzên HPG'ê li refên pêş bûn. Lê belê Mesûd Barzanî di daxuyaniya xwe de îdîa dikir ku li Şengalê tenê PDK heye. Halbûkî rastî berevajî vê yekê bû. Niha jî dixwazin heman propagandayê bikin."

'LI DIJÎ HEMÛ DAGIRKERAN HIŞYAR BIN'

Çalak diyar kir ku piştî pêşmergeyan xwe ji Şengalê vekişandin hêzên Heşdî Şabî ketin herêmê û bi bîr xist, hêzên Heşdî Şabî hêzeke di kontrola Îranê de ye. Çalak got, "Dixwazin li vê derê nakokiyan zêdetir bikin. Armanca wan rizgarkirina vê derê nîne, armanca wan dagirkirin e. Ya ku li Kerkûkê hate kirin li pêş çavan e. Dixwazin li vê derê jî heman tiştî bikin. Divê gelê me vê lîstikê bibîne û li hemberî vê hêzê hişyar be. Heşdî Şabî piştî ku serdest bû wê berê xwe bide civaka Êzidî. Ti armanceke wan a ji bo rizgarkirina civaka me ya Êzidî nîne."