BI DÎMEN

'Em dixwazin Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk-PDK'ê rizgar bikin'

Hem polîtîkayên PDK'ê, hem dagirkeriya Tirkiyeyê ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve li Başûrê Kurdistanê, hem jî krîza ji ber hevkariya PDK-AKP'ê rû da, dibin sedem ku ciwanên Başûrî berê xwe bidin nava refên gerîla.

Tevlîbûna ciwanên Başûrê Kurdistanê li nava refên PKK'ê roj bi roj zêde dibe. Hem polîtîkayên PDK'ê, hem dagirkeriya Tirkiyeyê ji aliyê aborî, siyasî û civakî ve li Başûrê Kurdistanê, hem jî krîza ji ber hevkariya PDK-AKP'ê rû da, dibin sedem ku ciwanên Başûrî berê xwe bidin nava refên gerîla.

Komek ji ciwanên tevlî nava refên gerîla bûn, qala sedema tevlîbûna xwe kirin. Ciwanan bal kişandin ser helwesta xwe ya li dijî hewldana dagirkirina Şengalê û operasyona dagirkeriyê ya li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê û bang li hemû ciwanên Başûrê kirin.

Di daxuyaniya ciwanan de wiha hat gotin:

"Rejîma Baas, di salên 1991-92'an de bi raperînê re ji axa Başûrê Kurdistanê hat derxistin. Lê belê ji ber polîtîkayên nokeriyê îro li şûna rejîma Baasê, dewleta Tirk cih girtiye. Li qadên leşkerî, aborî, siyasî û civakî dagirkeriya dewleta Tirk heye. Bi hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê re tê xwestin, Başûrê Kurdistanê bi temamî were dagirkirin. Cihên sereke yên hewl tên bên dagirkirin jî Qendîl, Şengal, Kerkûk û Mûsil in. Weke komek ji ciwanan me biryar dan û bi taybetî ji ber polîtîkayên dagirkirina Qendîl û Şengalê em tevlî nava refên PKK'ê bûn. Em dixwazin Başûrê Kurdistanê ji dagirkeriya Tirk-PDK'ê rizgar bikin. Di vê çarçoweyê de;

- Weke neviyên Leyla Qasim û Mamê Reşê, em ê xwîna şehîdên Başûrê Kurdistanê li erdê nehêlin.

- PKK partiyek çar parçeyên Kurdistanê ye. Hêzên ku wê ji axa Başûrê Kurdistanê derkevin, hêzên Tirk û Îran e.

- Çawa ku pêşiyên me Başûrê Kurdistanê kirin goristan ji çeteyên Saddam re, em ê jî Başûrê Kurdistanê bikin goristan ji çeteyên dewleta Tirkr e.

- Em ji gelê Şengalê re dibêjin; ji bo parastina we ji çeteyên Tirkan, weke ciwanên Başûrê Kurdistanê em amade ne bibin Ş. Genco Hewlêrî.

- Ji Zaxo heta Mendelî, ji Mendelî heta Pişderê em bang li hemû ciwanên Başûrî dikin; ji bo qedandina hemû krîz û dagirkeriyan, tevlî nava refên gerîla bibin.

- Em bang li ciwanên li çar parçeyên Kurdistanê dikin; li dijî dagirkeriyê tevlî nava refên PKK'ê bibin.

Bijî Serok Apo, Bijî Şehîdên Kurdistanê, Bijî Berxwedana Şengalê."