‘Em bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan li hemberî dijmin şer dikin’

Gerîlayên HPG û YJA Starê diyar kirin wê sala 2023’an bibe sala têkoşîn û berxwedaneke mezin û bal kişandin ser vî tiştî ku ew bi ruhê berxwedanê yê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan li hemberî dijmin şer dikin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê Cejna Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên Rojhilata Navîn pîroz kirin û diyar kirin ku ew ê di sala 2023’an de têkoşîna azadiyê bigihînin asta herî jor.

Gerîlayê HPG'ê Rojhilat Qehreman: Di serî de Cejna Newrozê li Rêber Apo û li hemû gelan pîroz dikim. Ez di şexsê Mazlûm Dogan de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînim. Ez soza me ya serkeftinê ji wan re dubare dikim. Newroza 2023’an wê bibe sala bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo. Careke din Newroz li hemû gelan pîroz be. Em ê bi ruhê Newrozê serkeftinê bi dest bixin.

Gerîlaya YJA Starê Tekoşîn Cûdî: Em di pêvajoyek pir dijwar re derbas dibin. Pêvajoyeke ku tê de berxwedanên mezin tên jiyîn û berdêlên mezin tên dayîn. Bi ruhê berxwedanê yê Mazlûm Dogan, li hemberî dijmin têkoşîneke bêhempa tê meşandin. Berxwedana gerîla nîşan da ku ruhê têkoşînê yê bindestan û Kemalan tu carî ji holê ranabe. Îdîaya me heye ku di sala 2023’an de têkoşîna xwe bigihînin asta herî jor. Ji ber ku dem hatiye kue m jiyana azad pêşkêşî Rêber Apo û gelê xwe bikin. Em gerîlayên YJA Starê li ser vê bingehî li dijî dijmin şer dikin û li ber xwe didin. Di vê pêvajoyê de em amade ne ku hemû erkên ku ji me tên xwestin pêk bînin. Yê ku karî em xwe bigihînin wate û girîngiya Newrozê Rêber Apo ye. Em jin berxwedana Rêber Apo silav dikin. Li hemberî dijminê ku dixwaze gelê Kurd tine bike 50 sal in têkoşîneke bênavber tê meşandin. Rêber Apo pêşengiya vê têkoşînê dike. Armanca me ew e ku em vê têkoşîna Rêber Apo bi serkeftinê tacîdar bikin.

Gerîlaya YJA Starê Rûken Kobanê: Sala 2023’an wê ji bo me bibe sala herî mezin a têkoşîn û berxwedanê. Hêvî dikim ku Newroza 2023’an bibe sedema azadiya hemû gelên Rojhilata Navîn û hêviya gelê me yê ku di erdhejê de mexdûr bûne. Êşa mexdûrên erdhejê, êşa me ye jî. Em Cejna Newrozê li hemû dayîkên şehîdan pîroz dikin. Dayikên hevrêyên me jî dayikên me ne. Divê bizanibin ku xwîna hevrêyên me wê li erdê nemîne. Em ê ji dijmin tolê bistînin û bila gumanên tu kesî tunebin.”