'Em bi hemû hêza xwe xwedî li nirxên xwe yên pîroz derkevin'

KJK'ê nerazîbûn nîşanî êrîşa dewleta Tirk a li Şehîdgeha Garzanê da û bang li her kesî kir ku bi hemû hêza xwe xwedî li van nirxên pîroz derkevin.

Koordînasyona KJK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û êrîşa dewleta Tirk a li dijî Şehîdgeha Garzanê şermezar kir.

KJK'ê da xuyakirin ku şêweyê herî dawî û hov ê êrîşkariya tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê êrîşa li dijî şehîdgehan e û destnîşan kir ku ev êrîş ne ya qebûlkirinê ye. Di daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Êrîşên li dijî şehîdgehên me car carna bi balafiran, carna jî bi rengekî veşartî tê kirin. Herî dawî, hestiyên şehîdên me yên li Garzanê bi dizî ji gorê derxistin û birin. Wekî din kêlên li goristana şehîdan a li Amedê hatin xerakirin. Neçar dihêlin ku cenazeyên şehîdên me nîvê şevê bên veşartin û destûrê nadin ku mirovên me ji bo merasîma cenaze jî li hev bicivin. Êrîşên li dijî şehîdên me û şehîdgehan, bi rê û rêbazên cuda didomin."

MIROV NEMA DIKARIN XWE LI VAN ÊRÎŞÊN FAŞÎST RABIGIRIN

Koordînasyona KJK'ê got, "Li Tirkiyeyê asta ku desthilatdariya faşîst, faşîzma Erdogan-Bahçelî gihaştiye ev e, cih û asta tinebûna wijdana mirovahiyê ye" û wiha dewam kir: "Salên 90'î dewletê bi kuştinên kiryar diyar bi sedan mirovên me winda kir û hestiyên wan jî nehatin dîtin. Dayikên me ji bo dîtina parçeyek ji hestiyên zarokên xwe bi salan têkoşiyan, emrê xwe dan vê têkoşînê û hê jî li ber xwe didin. Faşîzma Erdogan, cenazeyên ku salên 90'î bi dizî dihatin windakirin, êdî bi awayekî fermî û meşrû nîşan dide ku kiryar dewlet e û li pêş çavên her kesî dide windakirin. Nepêkane ku êdî mirov xwe li vê êrîşa mêtinger, qirker a faşîst rabigirin.

Bi kuştina miriyan re faşîzma mêtinger dixwaze ji civakê, ji Kurdan, welatparêzan û dayikên me re bêje 'ez ê hestiyên we jî nehêlim', 'hestiyên we mirî jî be ez ê qebûl nekim, înkar û tine bikim'. Her wiha bi êrîşa li dijî nirxê herî pîroz û hêja yê civakê re dixwaze hişê berxwedanê, bîra azadiyê bi temamî jê bibe. Bi tinekirina hestiyên şehîdên me re dixwaze hiş û bîra yên mayî, yên sax ji holê rake. Divê haya her kesî ji vê hebe û vê xeteriyê bibîne.

EM TÊKOŞÎNA LI DIJÎ FAŞÎZMA ERDOGAN-BAHÇELÎ XURT BIKIN

Di serî de malbatên me yên şehîdan, dayikên me, jinên demokrat û welatparêz, her kesên xwedî wijdan divê li ber vê êrîşa hovane ya mînaka wê nehatiye dîtin rabin, têbikoşin, bibin bend li pêşiya faşîzmê û bi ser faşîzmê de biçin. Ev şerê ku Erdogan li dijî civaka Kurd bi rêbaz û taktîka DAÎŞ'ê dimeşîne divê bê pûçkirin, teşhîrkirin û têkoşîn li dij wê bê dayin. Weke KJK em radigihînin ku li dijî van êrîşan em bi biryar in têkoşîna xwe geş bikin û faşîzmê têk bibin. Em bang li her kesî dikin ku bi hemû hêza xwe xwedî li nirxên me yên pîroz derkevin û bi geşkirina têkoşînê bikin ku faşîzm paş ve gavê biavêje."

WÊ HESAB BIDIN

Di dawiya daxuyaniya KJK'ê de hat gotin, "Şeş sal beriya niha li Roboskî, mirovên me yên bêguneh, ciwan, zarok bi fermana Erdogan ji aliyê dewletê ve hatin kuştin û hê hesap nehatiye dayin. Kuştin Kurdan, welatparêzan û têkoşeran, ev dewleta faşîst rewa, normal û pêwîst dibîne. Qanûna bingehîn a faşîzmê ev e; yê sax bikuje, yê mirî bikuje, her tiştî bikuje. Û AKP a Erdogan û MHP a Bahçelî dest dane hev û vê yekê dikin. Em mirovên xwe yên li Roboskî hatin kuştin bi rêzdarî bi bîr tînin û destnîşan dikin ku em ê berpirsyarên vê hovîtiyê rojekê darizînin. Hêzên ku ev karên qirêj û gemarî kirine wê li pêşberî gelê me, dayikên me û mirovên me yên têkoşer hesab bidin."