Elîf Tûran: Ji bo welatekî azad dengê xwe bidin HDP'ê

Xizma windayan Elîf Tûran ku ji bo dîtina hestiyên bav û kekê xwe demeke dirêj têkoşiya, bang li gelan kir ku destekê bidin HDP'ê.

Elîf Tûran (32) a ji malbateke 5 kesan a herî biçûk ku li Amedê dijî, hê di temenê 7 saliyê de şahidî ji zilm û zordariya dewletê re kiriye. Malbata Tûran dirêj ji ber rewşa aboriyê li Mersînê li koçberiyê jiya. Li Mersînê piştî sala 1992'an ji malbatê Mûrat Tûran (Baran) tevlî nava refên gerîla bû. Ji hingî ve dewletê zext û zordariyê li malbatê kir. Bi vî rengî Elîf di temenê xwe yê biçûk de li dijî zilm û zordariyê dest bi têkoşînê kir. Piştî tevlîbûna birayê wê ya nava refên PKK'ê dewletê zilm û êşkenceyeke mezin li malbatê kir. Ji ber zordarî, êşkence û nêzîkatiyê xêrab ên dewletê bav Recep Tûran (Mahîr Baran) di sala 1994'an de tevlî nava refên PKK'ê bû. Elîf Tûran a li gel dayîk û birayê xwe tenê ma, di sala 1999'an de agahî digire ku bavê wê li gundê Conbareş ê Liceyê şehîd ketiye. Elîf Tûran bi salan li cenazeyê bavê xwe geriya.

Piştî tevlîbûna bav û birayê wê polîsan tim dayîka Tûran destgîr kirin û êşkence lê kirin. Tevî van êşkence û zordariyê dayik Tûran di sala 2006'an de ji bo çûna Fransayê serî daîreya erêkirinê da û derbasî Fransa bû. Elîf a li gel birayê xwe bi tenê man, di sala 2010'an de birayê xwe Firat ê hevjînbûyî û xwediyê zarokekê di qezayekê de winda kir. Piştî mirina bira têkoşîna jiyanê ya Elîf bi tenê dest pê kir.

Elîf a ji malê tenê ma, hê di temenê 20 saliyê de tevî hemû êrş û zextan, dest bi gerîna gora bavê xwe kir. Tûran ji bo gora bavê xwe tesbît bike di sala 2002'an de berê xwe da Conbareşê. Piştî ku ji gora ku tê gotin ya bavê wê ye ji bo testa DNA'yê nimûne digire û piştî testê derdikeve holê ku cenazeyê bavê wê ye. Elîf Tûran ji bo cenazeyê bavê xwe bigire diçe gundê Conbareşê. Dibîne ku hestiyên ji bo testa DNA'yê hatibû girtin, ne xistine nava gorê. Tûran piştre li hestiyên bavê xwe digere, piştî têkoşîna bi salan li ser serlêdana ji bo Dozgeriya Komarê ya Licê sala 2014'an, agahiyê jê re tê dayin ku hestiyê bavê wê li goristana bêkesan hatiye veşartin. Elîf hestiyên bavê xwe 26'ê Mijdarê ji gora bêkes a Licê derdixîne û li Goristana Yenîkoy a Amedê defin dike.

'HDP JI BO ME BÛYE HÊVÎ'

Elîf Tûran wiha got: "Ez weke kesayeteke ku her tiştên xwe winda kiriye, dîsa dibêjim aştî. Bila tiştên bi serê min ve hatine bi serê kesî neyê. Ji bo vê bila hemû gelên Tirkiyeyê li dora HDP'ê bibin yek. Ji bo li Tirkiyeyê mirov neyên kuştin bang li her kesî dikim ku deng bide HDP'ê. Dîroka dewletê ji van kiryaran tije ye. Êdî bes e. Ev 16 sal in Tirkiye ketiye rewş welateke ku jiyan lê herimiye. Bav û birayê min hema ji ber xwe berê xwe nedan çiyê. Bi salan e ku pirsgirêka Kurd heye. Di serî de pirsa Kurd, ti pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêya demokratîk nehatiye çareserkirin û Kurd hatine cihêkirin. Kuştina zarokan zêde bûye, qetilkirina jinan di asta herî jor de ye. Hevşaredar û parlamenterên ku gel bi vîna xwe hilbijartî hatin girtin, bi sedan mirov ji kar hatin derxistin. Di rewşa heyî de zext û zilmek mezin li ser gelên Tirkyeyê heye. Bi Rewşa Awarte û Biryarnameyan re gel tê perçiqandin. Ez weke jinekê êdî rojekê tenê jî naxwazim li gel vê desthilatê bijîm. Ji bo vê HDP ji bo me bûye hêvî. Di wê hêviyê de me ku 24'ê Hezîranê wê HDP ji bo hemû mijarên me jor anî ziman bibe bersiv."

Tûran bibîr xist ku divê hemû Tirkiye 25'ê Hezîranê weke rojeke şoreşê bibîne û got: "Ji bo li Tirkiyeyeke êdî dayik negirîn, zarok bê dayik û bav nemînin, bang li hemû gelên Tirkyeyê dikim ku dengên xwe bidin HDP'ê."