Elewî li dijî hewldana dagirkirinê li ser piyan in

Serokê Konfederasyona Yekîtiyên Elewî yên Ewropayê (AABK) Huseyîn Mat got ew hewldana dagikirina Efrînê qebûl nakin û got li Ewropayê ew ê di nav çalakiyan de bin.

Serokê AABK’ê Huseyîn Mat diyar kir li ber patlamentoyan çalakiyan bikin, li bajarên ku rêxistinî ne wê bi rêxistinên civaka sivîl çalakiyan bikin û raya giştî agahdar bikin û plansaziya wê dikin ku li Strasboûrgê mîtîngeke mezin bikin.

Huseyîn Mat ji ANF’ê re axivî û got ew Elewî vê êRîşê qebûl nakin, dewleta Tirk a bi rêveberiya Erdogan hiqûqa navnetewî binpê dikin û got, ‘’Li hundir ji bo ku desthilatdariya xwe mîsoger bike raya giştî da pey xwe û ji bo hilbijartina zûwext kete şerekî. Ev şer tê maneya kuştina gelek mirovên bêguneh û zarokan. Em dixwazin ku ev şerê gemarî bi dawî bibe. Ev şerê qirêjî wê bibe sedem ku gel û bawerî ji hev biçin. Ti maneya wê nîn e ku Kurdan weke dijminê Tirkiyê nîşan bidin. Divê her kes fêhm bike ku li Tirkiyê aramiya navxwe, bi aştiyeke mayinde û birûmet a bi Kurdan re pêkan e.’’

HEKE HÛN LI DIJ DERNEKEVIN WÊ DOR BIGIHE WE

Mat got jidilbûna yên ku xwe ‘sosyal demokrat’ nîşan didan û ketin ber bayê tirsa ku hatî çêkirin û polîtîkayên ‘millî’ yên Erdogan û hevarê vî şerî careke dî hatiye dîtin û got dema ku demokrasî û azadî tê gotin tenê Tirkên ku li Tirkiyê dijîn bi bîra hinan tê û wiha pê de çû: ‘’Heke li Tirkiyê wê atmosfereke aram çêbibe ên ku ji xwe re sosyal demokrat dibêjin divê bi tundî li dij polîtîkayên Erdogan derkevin . Ên ku dikevin ber bayê Erdogan ne dikarin xwe û ne jî dikarin Tirkiyê xilas bikin. Erdogan heke ji van êrîşan serkeftî derkeve wê pêşî berê xwe bide wan, divê vê bibînin. Duh ên ku li ser zextên li HDP’ê hatine kirin bêdeng mane îro heman qederê dijîn. Heke Efrîn serkeftî bibe Erdogan wê bibe serok. Piştre ji bo ku fêhm bikin bê ka wê çi bi serê wan derdoran were divê her kes li polîtîkayên 10 salên dawî yên AKP’ê binerin.’’

ELEWÎ LI HER DEVERÊ WÊ DI ÇALAKIYAN DE BIN

Mat herî dawî got Elewî wê li dijî êrîşên bi ser Efrînê de bêdeng nemînin û got, ‘’Li ber parlamentoyên Ewropa em ê çalakiyan bikin. Dewlet li gor polîtîkayên berjewendiyên xwe tevdigerin lê em dixwazin xîtabî mirovan, raya giştî bikin ku ew wekîl hilbijartine. Li hemû deverên ku em rêxistinî ne, li hemû bajarên ku em rêxistinî ne bi rêxistinê civaka sivîl re em ê çalakiyan bikin, danezanan belav bikin û raya giştî agahdar bikin. Her wiha li Strasborûrgê em plansaziya mîtîngeke mezin dikin. 31’ê Çile li rûniştia PE’yê em dosyayekê bidin. Heta ku ev êrîş berdewan bin çalakiyên me jî wê berdewam bikin.’’