Elçî li ser gora xwe hate bibîranîn

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî 28’ê Mijdara 2015’an li navçeya Sûr a Amedê dema ku li pêşiya Minareya Çar Ling daxuyanî dida çapemeniyê hatibû qetilkirin. Elçî li ser gora xwe bi merasîmekê hate bibîranîn.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî ku li Sûrê li pêşiya Minareya Çar Ling hatibû qetilkirin, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezan a Amedê li ser gora xwe hate bibîranîn. Baroyên herêmê, nûnerên Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TTB) yên Amed, Dîlok, Îzmîr, Enqerê, parlamenterên HDP’ê Selçûk Mizrakli, Mûsa Farisogûllarî, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû beşdarî merasîmê bûn. Hevjîna Tahir Elçî Turkan Elçî û gelek parêzer jî beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de Serokê Baroya Îzmîrê Ozkan Yucel daxuyanî da û wiha got; “Ne mimkûne ku bêrîkirinên Tahir Elçî di erdingariyekê de hesp bikin. Em îro hatine li vir bi Tahir Elçî re bicivin. Tahir Elçî bi salan ji bo dîtina kujerên faîlên mechûl têkoşiya û niha jî dixwazin cinayeta Tahir Elçî bikin parçeyek yê kuştinên kiryarên wan nediyar. Ev sê sal e di lêpirsinê de delîlek nû nîne û bersûcek tenê jî nehatiye diyar kirin. Bila vêya baş bizanin; em ê dev ji wê xeyalê bernedin û heta dawiyê biparêzin. Em îro li cihê ku li Tahir xistibûn bûn. Li dijî Tahir Elçî deynê me yê têkoşîna demokrastî û têkoşîna mafê mirovan heye. Em ê dosyaya Tahir Elçî û xeyalên Tahir bê xwedî nehêlin.”

Piştî axaftinan kesên beşdarî merasîmê bûyîn, qurnefîl danin li ser gora Elçî.

Li aliyê din ji aliyê Baroya Amedê ve li Mala Baroyê pêşangeha wêneyan hate kirin. Di pêşangehê de wêneyên têkildarî binpêkirinên mafan hatin nîşandan û belgefilma Tahir Elçî ya ji aliyê rojnamegerên dema qetilkirina Elçî li cihê bûyerê hate nîşandan.

Di pêşangehê de Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin axivî û got ew ê destûr nedin ku dosyaya Tahir Elçî weke cînayeta faîlî mechûl were hiştin.