Di çarçoveya pêngava dorpêçkirin û rizgarkirina Reqayê de şervanên Odeya Çalakiyê gav bi gav bi pêş ve diçin. Em jî vê meşa serketinê ya şervanan kêlî bi kêlî dişopînin û her carê çîrokeke jiyanê dibihîzin. Çîroka vê carê ya şervanê QSD'ê Mûsa El Hîsam ê Reqayî ye.
El Hîsam ê 29 salî li Reqayê ji dayik bû û li vê derê mezin bû. Ji ber ku malbata wî xizan bû, hê di 12 saliya wî de malbatê ji Reqayê koçî Girê Spî kir. Dema rewşa wan a madî sererast bû, vegeriya reqayê. El Hîsam zewicî ye û bavê 2 zarokan e. Di sala 2011'an de tevlî nava serhildana gel a li Sûriyeyê bû. Piştî serhildan veguherî şerê navxweyî, bi gotina wî; xwe bêdeng kir.
Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê dest pê kir, Reqa bi dorê ji aliyê komên çete; Artêşa Azad, El Nûsra, Ehrar El Şam ve hat dagirkirin. Piştî ku bavê wî û pêwîstiya dayika wî pê hebû ku lê miqate be, El Hîsam tevî hevser û zarokên xwe vegeriya Reqayê. Piştî ku dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê ya li Reqayê mezin bû, xwest ji Reqayê derkeve. Lê belê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dîl hat girtin û ew avêtin binê zîndanê.
Mûsab El Hîsam 4,5 mehan di destê DAIŞ'ê de dîl ma û îşkenceyeke giran lê hat kirin. El Hîsam ji destê çeteyan reviya û xwe gihand Girê Spî ku di Hezîrana 2015'an de ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve hat rizgarkirin. Piştre biryar da tevlî nava refên QSD'ê bibe.
Mûsa El Hîsam niha di nava Pêngava Xezeba Firatê de weke şervanekî cih digire. Ji bo axa xwe ya lê ji dayik bû û mezin bû, bi ruhekî fedayî rahiştiye çek û rexta xwe û li dijî çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst şer dike.
'KELEHA ZILMÊ DIHEJE'
El Hîsam anî ziman, çeteyên DAIŞ'ê hewl dide li herêma dagirkiriye bimîne û got, "Li gund, gundik û girên stratejîk şerekî dijwar qewimî. Me gelek ji van ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kir û rizgar kir. Em gav bi gav ber bi keleha zilmê ve diçin. Keleha zilmê diheje.
Bi rizgarkirina Reqayê re em ê hesabê hemû êşa çeteyên DAIŞ'ê bi gelên Sûriyeyê daye kişandin bipirsin. Em ê tola jinên li bazara Reqayê hatin firotin, tola mirovên serê wan hatin jêkirin, hilînin."