Eksîk: Girtîgeh veguherîne qadên mirinê

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Habîp Eksîk anî ziman ku desthilatdariya AKP'ê li dijî girtiyan şer ragihandiye û got, girtîgeh kirine qada mirinê, navenda êşkenceyê.

Parlamenterê HDP'ê Eksîk anî ziman ku li girtîgehên Tirk hiqûq nîne, her roj êşkence, kiryarên xerab û li derveyî hiqûqê pêk tên.

Parlamenter Eksîk ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku desthialtdarî hewl dide êşkence, kiryarên xerab û kuştina li girtîgehan veşêre.

Eksîk got, "Li girtîgehan mirov jiyana xwe ji dest didin, lê belê hikumet bi gotina 'xwe kuşt' hewl dide xwe ji berpirsyariyê rizgar bike" û anî ziman ku girtîgeh veguherîne qadên mirinê, navendên êşkenceyê.

Eksîk got, "Mafê mirovan ê herî xwezayî yê girtiyan têne binpêkirin. Di serî de li Girtîgeha Îmraliyê li girtîgehan tecrîd tê meşandin."

SÛCÊ LI DIJÎ MIROVAHIYÊ

Eksîk anî ziman ku ji bo lêkolînkirineke bêalî ya li ser êşkence û mirina li girtîgehan divê partiyên siyasî hemû bi berpirsyarî tevbigerin û wiha dewam kir, "Divê tavilê Komîsyona Lêkolînê ya Meclîsê ava bibe. Îdîayên li ser êşkence û mirinê divê bêne lêkolîn. Em vê yekê bi bîra hikumetê bixin; di sûcên dijî mirovahiyê de mîna êşkenceyê, dem di ser sûc re derbas nabe. Lewma dema ku hiqûq û demokrasî serwer bû, bêguman wê êşkence û mirinên li girtîgehan bêne lêkolîn û berpirsyar jî hesab bidin."

Eksîk bang li Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, CPT, Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeyê û saziyên mafên mirovan ên neteweyî û navneteweyî kir ku li ber bêhiqûqiya li girtîgehên Tirkiyeyê rabin û bang li hikumetê jî kir ku hurmetê nîşanî mafên destûra bingehînî, qanûnî û rewa yên girtiyan bide.