Ehmed Turk: Em natirsin û em tawîzê nadin

Li Mêrdînê ligel ku polîsan zext kirin jî gel xwedî li îradeya xwe derket. Hevşaredarê bajarê mezin ê Mêrdînê Ehmed Turk got “Em natirsin û em tawîzê nadin.”

Desteserkirina bajarê mezin a Mêrdînê îro li Parka Karayollari hate protestokirin. Hevşaredarên bajarê mezin a Mêrdînê Ehmed Turk û Fîgen Altindag jî di nav de parlementer li pêşiya avahiya bajêr kom bûn û piştre ber bi Parka Karayollari meşiyan. Polîsan nehiştin ku gel tevlî meş û daxuyaniyê bibe.

Piştî meşê parlementerê HDP’ê Mahmût Togrûl diyar kir ku qeyyûmên li ser Amed, Mêrdîn û Wanê hatine wezîfedarkirin derbe ye û got “Qeyyûm tê wateya dizî, talan û desteserkirinê.”

TURK: WE PEREYÊ KARKERAN JÎ DIZÎNE!

Hevşaredarê bajarê mezin ê Ehmed Turk ê ku li şûna wî qeyyûm hate wezîfedardarkirin diyar kir ku dema wan şaredarî wergirtine gelek deynê wê hebûye û got “Qiruşek bi tenê jî ji MARSÛ’yê re nehate şandin. SGK’ê ji nav 15 milyonan 11 milyon lîra birî û 4 milyon şand. Lê pereyê ku divê em bibin xebatkar û karmendan jî 12,5 milyon e. We şaredarî di bin deynan de hiştine. Ji bo xwarinekê 270 hezar lîra fatore hatiye birîn û qaşo xwarin dane 4 hezar û 200 kesan. Li Mêrdînê saloneke wisa tuneye ku 4200 kes tê de xwarinê bixwin. Li Firat Silverê ji zêrfiroşekî 570 lîra diyarî hatine stendin. Bavê vî zêrkerî jî di dema qeyyûm de serokê daîreyê bû. Diyariyeke 136 hezar û 940 lîra dane serokkomar. Çi diyariya ku bi ser 100 lîra bikeve ew bertîl e. Ji ber ku me ev fatore eşkere kirin, em bûn hedef. Em ê tu carî dev ji têkoşîna demokrasiyê bernedin. Li holê tu sûc tune. Ez niha amade me, dikarin min destgîr bikin. Em di vî warî de tu tawîzan nadin. Em natirsin jî. Hewldana me ev e ku li vî welatî aştiyeke mayînde pêk were.”

Piştî axaftinan girse bi sloganên ‘Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin’ û ‘Em li Mêrdînê qeyyûm naxwazin’ ber bi avahiya bajêr  a HDP’ê ve meşiyan.