'Eger lihevkirin nebe li Iraqê dibe ku şerê navxweyî rû bide'

Çavdêrê Siyasî Selah Saleyî anî ziman, ku ji ber rêveçûna heyî ya siyasî ya li Iraqê paşerojeke xetere li pêşiya Kurdan e û got, "Eger lihevkirin nebe li Iraqê dibe ku şerekî navxweyî rû bide."

Çalakvan û Çavdêrê Siyasî yê bajarê Kerkûkê Selah Saleyî derbarê rewşa bajarê Kerkûkê ya piştî hilweşîna rejîma Baas a sala 2003’an, rewşa bajêr piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an, metirsiyên nêzîkbûna Barzanî ligel aliyên Sûnî û Sedriyan li ser bingehê têkdana yekrêziya Kurdan, êrişên Îranê û komên girêdayî wê li ser herêma Kurdistanê, paşeroja Kurdan a di pêvajoya piştî pêkhatina hikumetê, hewldanên hevpeymaniya Barzanî ji bo dûrxistina Îranê ji proseya siyasî ya Iraqê, mijara tevlêbûna aliyê bi navê opozîsyon ligel partiyên desthilat û bandora wê li ser welatiyan, her wiha pergala Rêveberiya Xweser a herêman ya mîna modela li Rojavayê Kurdistanê wek çareseriyek ji bo pirsgirêk û krîzên Iraqê ji ANF’ê re axivî.

ALIYÊN PÊKHATEYÊN DIN ÊN KERKÛKÊ BI ARASTEYA WELATÊN NAVÇEYÊ DIJBERIYA DESTHILATA KURDAN DIKIR

Selayî di destpêka axaftina xwe de bal kişande ser rewşa ewlehî û xizmetguzariyê ya li Kerkûkê ya piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên û got, “Em dikarin bêjin ku piştî hilweşîna rejîma Sedam Hisên a sala 2003’an rewşa ewlehî û xizmetguzariyê li Kerkûkê, desthilata Kurdî ji sifrê ve devr girt û dest pêkir. Rewşa xizmetguzarî ya li Kerkûkê bi çend qonaxan destpê kir, destpêkê ku Ebdurehman Mistefa parêzgar bû û ji bo xizmetkirina bajarê Kerkûkê bûdce nebû, lê ew parêzgarî karî mafê petrodolar ji bo bajarê Kerkûkê dabîn bike. Her wiha di wê demê de plana pêşxistina bajarê Kerkûkê hatibû danîn, lê di dema Dr. Necmedîn Kerîm kete meriyetê. Dikarin bêjin ku tevî hemû kêm û kurtiyan ji bo Kerkûkê xizmet hate kirin. Ji aliyê ewlehiyê jî pêşmerge û asayîşê ji bo parastina bajêr gelek şehîd dan, ev yek di demekê de bû ku ji aliyê çend aliyên pêkhateyên din ên bajêr ku bi arasteya dewletên navçeyê dijbertiya hêzên Kurdî dihat kirin.”

‘BI DEHAN KOMÊN ÇEKDAR LI KERKÛKÊ HENE KU XIZMETA PLANÊN BIYANIYAN DIKIN’

Çavdêrê Siyasî Selah Selayî têkildarê rewşa bajêr a piştî bûyerên 16’ê Cotmeha 2017’an jî ev nirxandin kir, “Piştî xiyaneta 16’ê Cotmehê ya wek xiyaneta 31’ê Tebaxê, li bajarê Kerkûkê guhertin çêbûn ku parêzgareke şovenîst li ser bajêr hat ferzkirin û asta xizmetguzariyê bi ti awayî nemaye. Niha bajarê Kerkûkê li Iraqê yekane parêzgayeke ku di bin desthilatiya leşkerî de ye û rêveberiyeke xwe yê sivîl nîne û bi dehan hêz û komên leşkerî yên cuda li bajêr hene ku bi hişmendiya mezhebî û eşîrî ji aliyê welatên din tên birêve birin û bajêr bi aloziyê re rû bi rû maye.”

‘JI BER RAGEŞIYA YNK Û PDK YA JI BO RAYEYÊ, KERKÛK HAT EREBKIRIN’

Selayî îşaret bi sedemên başnebûna rewşa Kerkûkê kir û wiha pêde çû, “Rewşa Kerkûkê dikaribû piştî 16’ê Cotmehê bihata başkirin, lê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) rê neda ku endamên encûmenê wegerin Kerkûkê û parêzgareke Kurd hilbijêrin. Kurdên li bajêr êşa rageşiya di navbera YNK û PDK’ê dikişînin, ji ber şerê ji bo rayeyê niha parêzgareke Ereb li Kerkûkê dest bi proseya Erebkirina bajêr kiriye.”

‘PDK BI RENGEKÎ EŞKERE PLANÊN TIRKIYEYÊ PÊK TÎNE’

Çalakvan û Çavdêrê Siyasî Selayî behsa bandor û metirsiya planên biyanî yên li ser proseya siyasî ya li Iraqê kir û diyar kir, “Piştî hilweşîna rejîma Baas di destûra li Iraqê de hatiye diyarkirin ku hikumet bi rêya lihevkirin û dabeşkirina desthilat bê rêvebirin, ne bi hikumeta piranî. Iraq welateke demokratîk nîne da ku hikumeteke piranî birêve bibin. Li Iraqê destwerdana derweyî heye, em dibînin ku li navçeyên di bin desthilatiya YNK’ê de siyaseta Îranê tê rêvebirin û PDK jî bi rengekî eşkere planên Tirkiyê pêk tîne. Eger hikumeta piranî pêk bê, ne dûr e ku li Iraqê şerê mezhebî û eşîrî biqewime, weke Libnanê ku bandora xwe li ser Kerkûkê jî dibe. Ji bo wê jî di vî rewşî de lihevkirina li ser rayeyan ji bo dûrketina ji şerê navxweyî girîng e.”

‘KOALÎSYONA BARZANÎ NE JI BO BERJEWENDIYA NETEWEYÎ JI BO RAYE Û MEQAMÊ YE’

Selayî di dewama nirxandinên xwe de bal kişande ser metirsiyên koalîsyona Barzanî ya ligel Sûnî û Sedriyan û got, “Mixabin ji bo PDK’ê ku pêwîst bû tevî hemû nakokiyan ligel aliyên Kurdî lihevkirine çêbikira, ne bi Sûnî û Şîiyan ku bi dirêjahiya dîroka Iraqê dijberiya Kurdan kirine. Lihevkirina bi kesekî wek Sedir, metirsiye ji bo pêşeroja Kurd wek netewe, ji ber ku Sedir kesekî mezhebî ye û weke netewe Kurdan dest nagire û ragihandiye ku madeya 140 di serdema wan de wê neyê bicîh anîn, her wiha hêzên pêşmerge weke milîs pênase dikin û daxwaza belavkirina wan dikin. koalîsyona PDK’ê ya bi Sûniyan û Sedir re ne ji bo berjevendiya netewî, ji bo raye û meqamê ye.”

PAŞEROJEKE METIRSÎDAR LI BENDA KURDAN E

Çavdêrê Siyasî Selah Selayî her wiha di derbarê metirsiyên di encama serketina koalîsyona Barzanî, Sûnî û Sedriyan wê derkeve holê hişyarî da û wiha axaftina xwe domand, “Mala Kurdî bi vê koalîsyonê re wê belav bibe, ev jî ji bo pêşeroja Kurd metirsîdar e. Du roj beriya niha baregeha PDK’ê li Bexdayê hat şewitandin û meha bihorî jî Hewlêr ji aliyê Sipahê Pasdaran ve bi fûzeyên balistîk hat bombebarankirin û pir caran bi balafirên bê mirov êrişê Hewlêrê hat kirin, îhtîmal heye ku di pêşerojê de êriş zêdetir bibin.”

‘BOMBEBARANKIRINA HEWLÊRÊ PEYAMEKE ÎRANÊ YE JI BO KOALÎSYONA BARZANÎ’

Çalakvan Selayî têkildarê peyama li piştperdeya bombebarana bi fûzeyan a Hewlêrê, her wiha PDK timî destwerdanên welatên derve yên li ser herêma Kurdistanê dixe stûyê PKK’ê wiha axivî, “Bombebarana bi fûzeyan a Hewlêrê ti pêywendiyek xwe bi hebûna PKK’ê yan jî baregeha Îsraîlê nîne, belku peyameke Îranê ye ji bo koalîsyona Barzanî ku dibe sedemê ji bîr kirina Îranê li Iraqê. Weke ku dizanîn Îran li Iraqê xwedî desthilat e û komên çekdar ên bihêz heye ku dikare ji bo berjevendiyên xwe bixe liv û tevgerê. Ger Îran bê jibîr kirin, ne dûre ku şerê kolanan li Iraqê biqewime û berpirsiyartî jî dikeve ser milê ew aliyên ku eniya rizgarî ya niştîmanî ava dikin.”

GEL WÊ WANA CEZA BIKE

Selayî îşaret bi tevlêbûna Newey Nû di rûniştinên ji bo hilbijartina serokkomar a di berjevendiya aliyê hikumeta piranî bi hêceta pêkanîna 17 daxwazên ji bo xizmetguzariya welatiyan kir û ragihand, “Lihevkirina li ser çend xalan bi kesekê mezhebî ti nirxekê xwe nîne, piştewaniya çeperekê li dijî çeperek din ê desthilat dibe sedem ku gel wan aliyên ku qaşo mixalifin ceza bike. Weke ku me berê jî dît ku Tevgera Goran ku xwediyê hejmareke zêde ya kursiyên parlementoyê bû û dikaribû kolanê bixe tevgerê, lê piştî tevlêbûna wê ligel desthilat tenê kursiyeke parlementoyê karî qezenc bike, ji ber ku gel wana ceza kir. Pêwîste ew aliyane tevlê ti rûniştinekê nebin.”

‘EZMÛNA XWESERIYA DEMOKRATÎK MÎNAKEKE BAŞ NÎŞANÊ CÎHANÊ DA’

Çalakvan û Çavdêrê Siyasî Selah Selayî di dawiyê de bal kişande ser ezmûna rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê û veguhaztina vê sîstemê ji bo Başûrê Kurdistanê û Iraqê û bandora wê ya li ser çareseriya pirsgirêkan û wiha dawî li nirxadinên xwe anî, “Ezmûna xweseriya demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bûye cihê serbilindiyê ji tevahî Kurdistanê û welatên navçeyê. Dijbertiya dewleta Tirk û yên navçeyê li hemberî vê sîstemê eve ku sîstema rêveberiya xweser hêza wê ya guhertinê heye û gelên navçeyê nêzîkî hevdu dike, her wiha têkoşîna şervanên jin û xort ên ji tevahiya pêkhateyên Rojavayê Kurdistanê ya bêyî cihêkarî ezmûneke baş pêşkêşê cîhanê kir. Lê li Başûrê Kurdistanê tenê rêveberiya xweser nîne, belku em dixwazin qonaxa nihayî ya federalî derbas bikin û bikevin qonaxa konfederalî. Li Başûr daxwazên heyî xwe rêveberî derbas kiriye, rêveberiya xweser ji bo Rojavayê Kurdistanê guncav e û mînakeke baş e, lê li Başûrê Kurdistanê pêwîstiya me bi rengekî pratîk ketina nav qonaxa konfedralî heye.”