'Eger hevdîtinek nû li Îmraliyê bê kirin wê Ahmet Turk jî tevlî bibe'

Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Partiya DEVA re daxuyaniyek da û diyar kir ku di hevdîtineke gengaz a bi Rêber Apo re wê Ahmet Turk jî amade be.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, Sirri Sureyya Onder û Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê yê qeyûm li şûna wî hatiye danîn Ahmet Turk bi Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan re hevdîtin kir.

Serokwekîlê Giştî yê Partiya DEVA Îbrahîm Çanakçi, Alîkarê Serokê Giştî Mehmet Emîn Ekmen û Sadûllah Ergîn jî tevlî hevdîtinê bûn.

BABACAN: DIVÊ ERDOGAN HELWESTA XWE ZELAL BIKE

Piştî hevdîtinê Babacan û Onder daxuyaniyeke kurt dan. Babacan got, "Ji 1'ê Cotmehê û vir ve atmosfereke nû heye. Em dibêjin ku di vê pêvajoyê de hewldanên ji bo çareseriyê girîng in. Weke Partiya DEVA em bi her gaveke ji dil re ne û li pişta wê ne. Nêt û armanc girîng e."

Babacan got, "Di vê demê de xusûseke din a girîng jî samîmiyet e. Em girîng dibînin ku rayedarên hikumetê di nava samîmiyetê de tevbigerin. Birêz Erdogan weke Serokkomar divê sekna xwe diyar bike, me hîn sekna wî nedîtine. Meclîs navnîşaneke gelekî girîng e. Lê belê dema ku mirov sîstema heyî ya rêveberiyê bînin ber çavên xwe, divê Erdogan sekna xwe, cihê lê disekine diyar bike."

Onder jî diyar kir ku di hevdîtinê de ew li ser gelek mijarên girîng axivîn, hişyarî û pêşniyarên girîng wergirtin.

Sirri Sureyya Onder got, "Me bûyerên heta niha qewimîne ragihand. Her pêşniyarek û îtirazek mîna zêr hêja ye. Bi nirxandina van em ê karibin bingeha mutabaqatê ava bikin. Yek ji tiştên ku me ji dersên derbasbûyî wergirtî ev e. Em ê piştre daxuyaniyek gelekî berfireh bidin. Di mijara meşandina pêvajoyê bi zelalî de me doh çi gotibe, îro jî li heman cihî ne."

Sirri Sureyya Onder bersiv da pirsên rojnamevanan û anî ziman ku dema hevdîtineke nû ya li Îmraliyê diyar nebûye.

Onder ragihand ku di hevdîtineke gengaz de wê Ahmet Turk jî hebe û got, weke Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê bi partiyên Kurd re jî hevdîtinan bikin.

Heyet piştre ji bo hevdîtinê bi Partiya Yenîden Refahê re bike derbasî Meclîsê bû.