Astengiyên li hemberî heyeta ku çûbû cenazeyan wergire didome

Heyeta ku çûbû cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cihan Bîlgîn bigire hîn jî li ser sînor tê rawestandin.

Şandeya ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn çûn deriyê sînor ê Xabûrê, ji 6'ê Çileyê ve li ser sînor tê rawestandin.

Rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hêla dewleta Tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo wergirtina cenazeyên rojnamevanan, şandeyeke ji endamên malbatan û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, nûnerên DFG, OHD’ê û rêxistinên civaka sivîl pêk dihat xwest derbasî Herêma Başûrê Kurdistanê bibe. Şande di 6’ê Çileyê de hate deriyê sînor ê Xabûrê yê li Silopiyaya Şirnexê.

Şande zêdetirî rojeke bi hinceta pergal tune ye li ser sînor tê sekinandin. Di demeke bertekên li dijî sekinandina şandeyê didomin de midûrê polîsan ê navçeyê got: “pirsgirêkek bi me ve eleqeder nîne, em li benda agahiya Enqereyê ne.”

Balkêş e ku li ber deriyê sînor polîsên girêdayî midûriyeta Silopiyayê hatine bicihkirin.