'Eger em karibin bibin yek, em ê êşên gelê xwe sivik bikin'

Alimê olî Mele Nadir Elî got, eger Kurd nebin yek wê êşên girantir bikişînin.

Alimê olî Mele Nadir Elî bal, mijara yekîtiya neteweyî ya Kurd nirxand û destnîşan kir, ku eger gelê Kurd nebe yek wê her tim êşên giran bikişîne.Mele Nadir Elî ji ANF'ê re axivî û got, "Eger em bibin yek, em ê êşên gelê xwe sivik bikin û ji aiyê siyasî, civakî, zanistî û aborî ve bibin xwedî proje."

'MAFEKE KU EM YEKÎTIYA XWE PÊK BÎNIN'

Mele Nadir Elî destnîşan kir, mafê herî xwezayî yê gelê Kurd e ku yekîtiya xwe pêk bîne û anî ziman, gelê Kurd heta niha ji vî mafî bêpar hatibû hiştin. Mele Nadir Elî got, "Xwedayê mezin fermanê dide me ku em mirovahiyê biparêzin. Vê yekê weke wezîfeya sereke datîne pêşiya me. Perçeyekî ji axê daye me gelê Kurd jî û mîna hemû mirovan ji me jî xwestiye ku em mirovahiyê xwe biparêzin. Ferman daye me ku em jî mîna gelên din gelê xwe û mirovahiya xwe biparêzin. Eger gelê Ereb, Fars û gelên din ên cîhanê îro xwedî yekîtiyeke neteweyî be, hingî mafê ye jî ku em xwedî yekîtiya neteweyî bin."

'JI BER KU YEKÎTIYA ME QELS E...'

Elî got, "Kongreya neteweyî ji bo me gelekî girîng e. Çi bi serê Kurdan ve hatibe, ji ber qelsiya yekîtiyê ye" û wiha dewam kir: "Ji ber ku yekîtiya me tine ye em bi pênc parçeyan hatin parçekirin û li her parçeyekî me zilmek hate kirin. Eger em karibin bibin yek, em ê hingî êşên gelê xwe sivik bikin û ji aliyê siyasî, civakî, zanistî û aborî ve bibin xwedî proje. Wê çaxê em ê karibin pêşî li mirin û zilma li ser gelê xwe bigirin. Çawa kuştina me û kirina zilmê heram be, li me helal e ku em yekîtiya xwe pêk bînin û pêşî li zilmê bigirin."

'YEKÎTIYA ME TIŞTEKÎ JI KESÎ KÊM NAKE'

Mele Nadir Elî destnîşan kir, ku yekîtiya gelê Kurd tiştekî ji gelên din kêm nake û got, "Em ji gelê Fars, gelê Ereb û gelê Tirk re dibêjin; yekîtiya me mafê me yê bingehîn e. Bidestxistina mafê me nayê wateya kêmbûna we. Sê salan ji bo yekîtiya neteweyî gavên girîng hatin avêtin û tecrûbe hatin bidesxistin. Pêwîste em tavilê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin."

'JI BILÎ YEKÎTIYÊ ÇARE NÎNE'

Elî da zanîn, eger gelê Kurd nebe yek wê êşên dikişîne dewam bikin û işaret bi planên êrîşê yê li dijî Efrînê kir. Mele Nadir Elî got, "Eger em nebin yek wê êrîşên li dijî me dewam bikin. Mînak; êrîş li Efrînê tên kirin û gef lê tê xwarin. Di demekê de ku dawî li DAIŞ'ê tê, berê xwe dan Efrînê. Çima? Ji ber ku Efrîn yekane deriyê Kurdan e ku digihêje deryayê. Li parçeyên din jî lîstikên cuda tên lîstin. Hêzên ku di nava van şert û mercan de xwe ji yekîtiya neteweyî vegirin wê xiyanetê li gelê Kurd bikin. Li dijî van êrîşên li hemberî aramî, statu û azadiya gelê me tên kirin, ji bilî yekîtiyê ti çare nîne."