BI DÎMEN

'Efrîn teslîmî tarîtiyê nebû, li ber xwe dide'

Muşîra Menle Reşîd diyar kir ku gelê Efrînê bi tehma azadiyê zane, lewma li hemberî her cûre êrîşan li ber xwe da û destana berxwedanê nivîsand.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Efrîn-Şehbayê Muşîra Menle Reşîd ji ANF’ê re qala projeya Rêveberiya Xweser a di 2014'an de li Efrînê pêşket û rewşa gelê Efrînê ya di dema Rêveberiya Xweser de kir. Reşîd diyar kir ku ji ber ku ev pergal ne li gor berjewendiyên dewleta Tirk bû, di 20'ê Çileya 2018'an de li ser herêma Efrînê êrîş dane destpêkirin. Lê belê gelê Efrînê tama azadiyê dizanî û li hember van êrîşan destana berxwedaneke dîrokî, berxwedana Serdemê nivîsand.

Hevseroka Meclîsa Gel a Kantona Efrîn-Şehbayê Muşîra Menle Reşîd di despêka axaftina xwe de hemû şehîdên Berxwedana Serdemê yên ji ji salvegera êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Efrînê heta niha bi bîr anî û berxwedana gel ya ku îro li Bendava Tişrînê tê raberkirin silav kir û got" "Ev êrîşên ku di 20'ê Çileya 2018'an de li ser herêma Efrînê de pêk hatî, di encama lihevkirineke sêalî de bû. Her wiha em dikarin bibêjin ku berdewamiya komploya navnetewî li Efrînê pêk anîn. Roja ku dijminî xwest Efrînê dagir bike û wê di tarîtiyê bihêle, li hember xwe berxwedaneke dijwar dît. Di 2014'an de ji avakirina projeya Rêveberiya Xweser û heta vê kêliyê ev gel li ber xwe dide. Çinku dema ku Rêveberiya Xweser di asta Rojavayê Kurdistanê de û bi taybet li Efrînê hat avakirin, mafê hemû gelan tê de dihate parastin û sîstema xwebirêvebirina gel hate rûniştandin. Ev proje. ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatibû pêşkêşkirin.  Pirsgirêka ku gel tim û tim rastî wê tê desthilatdarî ye, desthilatdarî li gor lidê xwe civakan bi kar tînin û wan bêîrade dikin. Sedema afirandina vê projeyê ev e."  

Muşîra di dewama axaftina xwe de anî ziman ku gelên Efrînê tama azadiyê êdî baş dizanîn ku di nav wê pergala azad de maf û hiqûqa hemû pêkhateyan dihate parastin û wiha axaftina xwe domand, "Di nav projeya netewa demokratîk dema hemû herêmên Sûriyeyê ji aloziyeke giran re derbas dibûn, hemû gelên wan herêman berê xwe didan Efrînê. Tevî ku ji despêka Şoreşa 19'ê Tîrmehê ve êrîşên komên çekdar bi rojane êrîşî Efrînê dikirin, lê gelî li hember wan serî hida û di erka parastina welatê xwe de roleke mezin rakirin ser milê xwe. Loma dema ku li her derê Sûriyeyê pirsgirêk û alozî dijwar bûn, gelê Efrînê parastina xwe dikir û pergala xwe ya demokratîk mezin dikir. Dema ku gel didît êrîşî herêmê tê kirin, her kesî, ji ciwanan heta mezinan, çek hildida û parastina sînorê herêma xwe dikir. Ji ber wê ye ku bajarê Efrînê li Sûriyeyê xwedî girîngiyeke jeostratejîk hebû û her wiha avakirina Projeya Rêveberiya Xweser û aşitiya ku di herêmê de hatibû avakirin dihişt ku herkes berê xwe bide Efrînê.'' 

Muşîrayê di berdewamiya axaftina xwe qala êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê kir û got, "Ji ber ku bêdengiyeke navnetewî hebû, dewleta Tirk êrîşên xwe yên dijwar li ser herêmê anîn. Li hember wê yekê bi pêşengtiya jinan berxwedaneke 58 rojan rû da. Bingeha wê berxwedanê ji xwebirêxistinkirina jinan a ji despêka şoreşê ve dihat. Di vê heyamê de careke din xwe bi rêxistin kir û ji bo parastina nirx û welatê xwe cihê xwe li kêleka şervanên YPG û YPJ'ê girt. Ev yek di hemû beşan de pêk hat. Li kêleka wan Dayikên Şehîdan ên temenmezin, di wê berxwedana dîrokî de her roj pêşwaziya şehîdên xwe dikirin. Êrîşên ku di wê demê de li ser Efrînê pêk hatin êrîşên hovane bûn, hejmareke zêde xelkê sivîl tê de şehîd bû. Li hember van yekan vê berxwedanê bingeha xwe ji pergala ku hatiye avakirin girtibû; erê xelkê Efrînê yê aşîtîxwaz pir ji dara Zeytûnê hez dikin lê ya herî giring xwebirêxistinkirin bû ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo pêş ketibû. Loma em dikarin bibêjin ku ev şer li hember felsefeya Rêber Apo bû."

Muşîra anî ziman ku ji bo ku Berxwedana Serdemê bilindtir bikin, derbasî qonaxa duyemîn bûn û wiha pê de çû, "58 rojan berxwedaneke bêhempa hate dayîn. Lê ji ber ku xwestin gelê Efrînê rastî komujiyeke mezin bînin, Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê ji bo ku gelê xwe ji komkujî û qetlîaman biparêze, bi gelê xwe re biryara derbasbûna qonaxa duyemîn da û derbasî Herêma Şehbayê bûn. Herêma Şehbayê jî bi xwîna zarokên wî gelî hatibû rizgarkirin. Li herêma Şehbayê di kampên rûmetê de berxwedana xwe ya serdemê dewam kirin. 

Destpêkê avakirin zehmet bû, lê ji ber ku ji bo Efrînê bû gel hemû zehmetî da pêşiya xwe û di wan kampan de rojane berxwedana xwe bilindtir dikir. Zehmetiyên ku di hundir wan kampan de gelek bûn, ji ber ku ji aliyekî ve rejîma Esad herêma Şehba dorpêç kiribû û li kêleka wê hawirdora herêmê hemû ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatibû dorpêçkirin. Ji bo wê piraniya caran pêdiviyên xelkê Efrînê ên jiyanî ne dihatin peyda kirin, gelek caran şîrê zarokan ne dihate dîtin. Gel li ber serm û seqema zivistanê ji bo vegera Efrînê 7 salan di wan kampan de li ber xwe dida. Mînaka wê ya herî mezin jî dema ku li navçeya Til Rifatê 11 kes şehîd bûn di nav wan de 8 zarok di encama êrîşên dewleta Tirk de şehîd bûn. Lê ruxmê ku her rastî bûyerên şehîdxistinê dihatin dîsa jî dev ji berxwedana xwe bernedidan, bi wê berxwedana xwe ji cîhanê re digotin em li vir gelek in em li ber xwe didin û em hene." 

Hevseroka Meclisa Gel a Kantona Efrîn-Şehbayê Muşîra Menleyê di dawiya axaftina xwe de li ser pêvajoya guhertina rewşa Sûriyeyê û bandora wê ya li ser Herêma Şehba û koçberbûna gelê Efrînê ber bi Kantona Firat û Cizîrê ve kir û wiha got, "Di van demên dawî de me li Sûriyeyê û li tevahî Rojhilata Navîn şahidî li guhertinên mezin kirin. Yek ji van jî li Herêma Şehbayê pêk hat. Ji ber ku hemû aliyên herêmê dorpêç kiribin û da ku careke din ev gel rastî xerabî û komkujiyan neyê, koçberiyeke duyemîn derket pêş. Di vê koçberiyê de bedelên giran hatin dayîn lê bedelê azadiyê jî giran e. Li hember dijminekî hov û di siyaseteke qirêj de divê em li ber xwe bidin. Îro gelên li herêmên Firat û Cizîrê, da ku ev gel layîqî nirxên şehîdên xwe û felsefeya heqîqetê bin û ji bo vegera Efrînê li her derê li ber xwe didin."