'Kilîda çareseriya Rojhilata Navîn li Îmraliyê ye'
Parêzer Mistefa Şêx Mislim anî ziman ku di nava Rojhilata Navîn de gelek alozî rû dane û got, lê belê çareseriya van hemû aloziyan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Parêzer Mistefa Şêx Mislim anî ziman ku di nava Rojhilata Navîn de gelek alozî rû dane û got, lê belê çareseriya van hemû aloziyan girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Parêzer Mistefa Şêx Mislim têkildarî alozî û qeyrana ku li Rojhilata Navîn diqewime ji ANF’ê re axivî û diyar kir, ku kilîda tevahî çareseriyan li Îmraliyê ye û ew jî girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Mistefa Şêx Mislim diyar kir ku li Rojhilata Navîn di demên dawî de gelek tişt hatin guhertin û wiha axivî: "Destpêkê çawa tevgera Hemasê êrîşî Îsraîlê kir, ji şikestina Hizbûllahê ji wir de destpê kir û heta ketina Îsraîlê ya Lubnanê dewam kir, lê wê li wir bi dawî nebe."
Mistefa Şêx Mislim diyar kir ku pirsgirêka herî mezin û herî kevnar pirsgirêka Kurdî ye û neqebûlkirina Kurdan e, çareseriya wê dê bandoreke erênî li herêmê bike, loma divê ev pirsgirêk jî were çareserkirin. Mistefa Şêx Mislim axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk baweriyê nade, ev ne cara yekemîn e ku vî rengî nêzî gelê Kurd dibe. Êrîşî partiyên siyasî yên banga mafê Kurd dikin, dike. Rêberê me xwedî bandor e, divê êdî bêyî danûstandin, demildest azadiya wî ya fîzîkî pêk were. Di zagona navnetewî de mafê hêviyê derbas dibe. Êdî divê hikumeta Tirkiyeyê jî vê yekê qebûl bike û Rêberê me bi fîzîkî azad bike."
Mistefa Şêx Mislim destnîşan kir ku dewleta Tirk di nava aloziyeke bêserûber de ye û wiha pêde çû:" Divê êdî Rêber Apo li gorî mafê hêviyê bê berdan. Hemû girtiyên siyasî yên ku tên girtin, piştî demekê tên berdan. Rêber Apo ev 26 sal in di zîndana Îmraliyê de ye û li gor mafê hêviyê, divê niha Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad ba. Piştî hevdîtina û peyama Rêber Apo, bi milyonan kes dîsa rabûn piyan û ketin qadan. Peyama gel jî diyar e ku çi dibe bila bibe, em ê heta dawiyê xwedî li Rêberê xwe derkevin.
Mistefa Şêx Mislim wiha dawî lê anî: "Kilîda çareseriyê di destê Rêber Apo de ye. Êdî divê hiqûqnas û tevahî kesên ku behsa azadiyê dikin, rabin ser piyan. Tevî ku Rêber Apo evqas sal in di zindanê de ye, ji hêla fikrî ve azad e. Heger ne bi fikrê Rêber Apo bûya, niha rewşa me xirabtir bû. CPT êdî rola xwe nalîze û xwe bêdeng kiriye. Wê tu caran derbarê hevdîtinên bi Rêber Apo re daxuyaniyeke fermî neda. Ev yek nîşan dide ku ew bi hikumeta AKP’ê re heval e. Banga me li hemû Kurd û dostên wan e ku em deyndarê Rêberê xwe ne; divê em bigihêjin mafê xwe û divê êdî em azadiya fîzîkî ya Rêberê dabîn bikin. Êdî em giheştine wê qonaxê ku em dikarin gelek guhertinan pêk bînin û em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe jî pêk bînin.”