'Efrîn Kelha Kurdistanê ye, wê bi serbikeve'

Hunermendên Amedê li ber dagirkeriya artêşa Tirk a li Efrînê rabûn û gotin, "Efrîn Kelha Kurdistanê ye, wê bi heybeta xwe bi ser bikeve."

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê di roja nehan de dewam dikin. Li hemberî van êrîş û hewldanên dagirkeriyê yên dewleta Tirk her diçe nerazîbûn zêde dibin. Hunermendên Amedê li ser êrîşên dagirkeriyê yên li ser Efrînê ji ANF'ê re axivîn.

'RUHÊ KOBANÊ'

Ozcan Ateş: "Bi salane dagirker li ser axa Kurdistanê zilmê dikin, êrîşa li ser Efrînê jî ne êrîşek nû ye. Divê her kes xwedî li Efrînê derbikeve. Eger em li dijî êrîşê bêdeng bibin û dengê xwe berz nekin, wê ev êrîş bidomin, wê dagirker êrîşî Minbic, Kantona Kobanê û Cizîrê jî bike. Divê her Kurdek rabe û li dijî vê êrîşê raweste û bibe mertal. Armanca sereke tinekirina gelê Kurde û destketiyên Kurdan e. Dema mijar dibe Kurd AKP, CHP û MHP dibin yek li derdora xwîna Kurdan dizivirin. Li dijî dagirkeriyê divê ruhê Kobanê li her derê xwe bide û mirov xwedî li Efrînê derbikevin. Em ji gelê Efrînê bawerin dê bersivk xurt bide êrîşan û hemû êrîşan pûç bikin. Divê hemû hunermend li dijî êrîşên dagirkeriyê rabin û xwedî li Efrînê derbikevin. Çawa ku hunermend pêşengtiya civakê dike wê di aliyê xwedîderketinê de jî pêşengtiyê bike."

'ÊRÎŞ LI DIJÎ ÎRADEYA GELAN E'

Nazim Hîkmet Çalişkan: "Êrîşa li ser Kantona Efrînê bi tundî em şermezar dikin. Êrîşa li ser Efrînê êrîşek hovane û faşîst e, li Tirkiyeyê hemû rêyên siyasetê hatine xitimandin û bi êrîşa li ser Efrînê dixwazin kiryarên xwe veşêrin. Nêzî deh rojin artêşa dagirker bi balefir, tanq û topan îradeya gelan topbaran dikin. Em ê bi ruhê Kobanê xwedî li Kantona Efrînê derkevin, çi bi gotin, çi ji bi hunerê em ê deng bidin Efrînê. Li ser her Kurdekê ferze ku xwedî Efrînê derbike û bi ruhê berxwedanê li dijî êrîşê raweste.  Huner ne ya kesekê yan jî ya gelekê ye, huner ya hemû mirovahiyê ye. Divê bingeh hunerê ji bi mirovahiyê bê avatên û ji ber vê yekê divê ne tenê hunermend hemû mirovahî xwedî li Efrînê derbikevin û li dijî hemû êrîşên li dijî gelan rawestin. Ji bo vê yekê divê hemû hunermendên Kurd, Tirk, Ereb û biyanî li dijî vê êrîşa dermirovahî raweste."

'LI HEMBERÎ DAGIRKERIYÊ DENGÊ XWE BERZ BIKIN'

Nazê Îsmaîlî: "Dîktatorek çav sor dixwaze hemû xaka Kurdistanê dagir bike û divê ti Kurd jî li hemberî vê dagirkeriyê bêdeng nemîn e. Çawan ku Kurd bi ruhê berxwedanê li Kobanê derketin divê xwedî Efrînê jî derbikevin. Ev cih û warên me ne, divê em axa xwe ji dagirkerên hov re nêhêlin. Bi rojane artêşa Tirk li ser sivîlan de bombeyan dibarîne û heta niha bi dehan sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Îro em dinêrin her kes li dijî Kurdan û qetilkirina Kurdan bêdeng dimînin. Bila Emerîka û Rusya baş bizane kesên bêdeng diminin jî hevkarê vî karîn e. Dema ku em li dîrokê jî dinêrin Kurd herdem rastî komkujiyan hatine û bi ti awayî serî li hemberî zilmê ne tewandiye û herdem li ber xwe daye. Dê îro jî Kurd li ber xwe bidin û welatê xwe ji dagikeran re bernede. Divê li çar aliyê welat Kurd rabin li ser lingan û li dijî dagirkeriyê dengê berz bike."

'EFRÎN KELHA KURDISTANÊ YE'

Emîn Yalçinkaya: "Li herêma Sûriyeyê cihê herî bi ewle û mirov bikare lê bijî Rojavayê Kurdistanê ye. Bi êrîşên hovane dagirker dixwazin hemû derfetên jiyanê tine bikin û cihê jiyanê li Kurdan teng bikin. Efrîn kelha Kurdistanê ye û ez di wê baweriyê de me dê Efrîn bi heybeta xwe jî bi serbikeve. Dê ev êrîşên hov û dagirkeriyê jî negihe armanca xwe. Huner muxalîfên pergalan e, huner herdem li gel jiyanê cihê xwe digre û huner bi çalakiyên xwe yên hunerî jiyanekî bi rûmet radestî mirovan dike. Ez bang li tevahiya hunermendên bi wijdan dikim ku xwedî li Efrînê derbikevin û li dijî van êrîşên hovane jî derbikeve."