Du wekîlên din ên HDP'yî ketin ber lêpirsîna 'merasîma cenaze'

Bi sedema ku tevlî merasîma cenaze ya gerîlayê HPG'ê Dewran Baysal bûne, wekîlên HDP'yî yên Êlihê Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî ketin ber lêpirsînê.

Wekîlên HDP'yî Feleknas Ûca û Mehmet Ruştu Tiryakî ku tevlî merasîma cenaze ya gerîlayê HPG'ê Dewran Baysal (Simko Kerboran) ya li Goristana Asrî ya Êlihê bûn ketin ber lêpirsîna dadgeriya AKP-MHP'ê.

Di lêpirsînê de li ser Ûca û Tiryakî tê gotin 'propagandaya rêxistinê' kirine.

Hefteya bihurî derbarê wekîlên Amedê yên HDP’ê Remziye Tosûn û Mûsa Farisogulllari jî, bi sedema ku tevlî merasîma cenaze ya li Amedê ya gerîlayê HPG’ê Cudî Amed bûbûn lêpirsîn hatibû destpêkirin.