Du şervan li Tirbespiyê hatin veşartin

Şervanê YPG’ê Reşo Tirbespiyê û leşkerê xweparastinê Mihemed Terad Hemiye, bi merasîmekê li Tirbespiyê hatin veşartin.

Merasîmê cenaze ya li Goristana Şehîd Dilşêr, bi merasîma leşkerî ya ji aliyên şervanan de hate dest pê kirin.
Endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm,  Hevseroka Meclîsa Tirbespiyê Hediye Şemo, Fermandarekî YPG’ê Mihemed Zêdan, Alîkarê Serokê Konseya Parastinê Evdulehed Gewriyê û birayê Şehîd Mihemed Terad Hemiye, Hayil Hemiye di merasîmê de axivîn.


Di axaftinan de ji malbatên her du şehîdan re sersaxî hate xwestin û hat diyar kirin ku, bi yekîtiya Kurd, Ereb û Suryanan ve, planên dijminan hatine pûç kirin. Axaftvanan diyar kirin ku QSD hemû gelan temsîl dike.
Piştî axaftinan belgeyên şehadetan hate xwendin û teslîmî malbatan hate kirin.
Piştî merasîmê, cenazeyê herdu şervanan hate veşartin.