NÛ BÛ

Du gerîlayên li Şengalê hewl dan pêşî li şer bigirin, hatin şehîdxistin

Li Şengalê, du gerîlayên HPG'ê yên hewl dan pêşî li şerê ji ber êrîşa hêzên PDK'ê derket bigirin, hatin şehîdxistin. Dîmenên dema şehîdxistina gerîlayan hatin kişandin.

Komên çete yên ser bi PDK'ê, roja 3'ê Adarê bi çekên giran êrîşî bajarokê Xanesorê kirin. Hêzên YBŞ'ê jî li dijî hemû êrîşan tedbîr girtin û ji bo bûyer mezin nebin, ketin nava hewldanan.

Ji bo şer neqewime, gerîlayên HPG'ê Çekdar Sînan (Newroz Guvercîn) û Orhan Baran (Îbrahîm Huso) çûn cihê bûyerê û hewl dan pêşî li wesayîtên zirxî bigirin. Di vê demê de gerîlayên HPG'ê çeka xwe jî bikar neanîn, derketin pêşiya wesayîtên zirxî û hewl dan şer bisekinînin.

Lê belê piştî kêliyekê, ji wesayîtên zirxî gule li wan hat reşandin û 2 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê duh daxuyaniyek dabû çapemeniyê û ragihandibû, ku 2 gerîlayên HPG'ê dema hewl dane pêşî li şer bigirin şehîd hatine xistin.

Di dîmen de jî tê dîtin, ku gerîla hewl didin wesayîtên zirxî bisekinînin û dest navêjin çekê. Piştî demekê, ji ber guleyên li derdorê tê reşandin, kamera tê girtin.