Du çîrok, yek helwest: Rindêxan û Zelal Sîdem

"Sal û zeman derbas bûn. Sal bû 2020, neviyên Turaniyan disa li çiyayên Kurdistanê ne. Vê carê jî li pêşberî wan Rindêxanên nû hene. Ji destpêka cenga Heftenînê heya niha gerîlayên jin mohra xwe li vê cengê xistin û bi welatpareziya Rindêxan şer kirin."

Piştî ku serhildana Şêx Seîd têk dice, di sala 1926’an de mala Eliyê Ûnîs li hemberî komara Tirk serî radikin, bi tu awayî ne wan nas dikin ne jî bacê didin wan. Di havîna sala 1935’an de qolordiya leşkerên komarê yên Amedê tên heremê. Li hember van êrîşan bi salan jin û mêrên Mala Eliyê Ûnis li dijî dagirkeran şer dikin. Yek ji wan jî keça Mihemedê Elî Rindêxanê ye. Rindexan bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dide û bi şerkeriya xwe li herêmê dibe efsane. Di vê navberê de her diçe şer gurtir dibe.

Qir dikin, hejmarek diyar nîn be jî, lê ji deh hezarî zêdetir kes têne kuştin. 
Rindêxanê ji destpêkê heta şer diqede, li eniya pêş  şer dike û ew bixwe pêşengiyê dike. Di nava şer de Rindêxan bi birîndarî dikeve destê dijmin. Fermandarê leşkerên komarê li hember navdarî û xweşikbûna wê mat dimîne. Fermandarê dijmin, hewl dide dest bavêje Rindêxanê. Li hember vê bêçaretiyê, Rindêxan ji fermandar re wiha dibêje; “Ez girtî me, hûn xwedî her cure tasarûfa li ser laşê min in, encax ez nikarim li ser axa ku di bin serdestiya mala bavê min de ne, bi we re bim. Ku hûn di nava van sînoran de dest bavêjin min, ez ê xwe bikujim” Li ser vê yekê fermandar pirsa, ka sînorên axên bavê te li ku diqede dike. Rindêxan wiha dibêje; “Çemê Batmanê sînorê me ye.’’ Piştî ku fermandar qebûl dike û heta pira Malabadê tên. Dema ku digihên Pira Malabadê, Rindêxan dibêje ez dixwazim herî dawîn li axa bavê xwe binêrim û destûrê dixwaze ku biçe ser Pira Malabadê. Rindêxan dertê ser Pira Malabadê û giran giran dimeşe, li ber xuşexuşe ava çemê Batmanê, bi rika li hember vê dîroka kambax û xiyanetê û rastiya dijmin, ji bo ku nebe dîlê dijmin, mina bazeke birîndar baskên xwe li hev dide û xwe ji Pira Malabadê davêje hembêza çemê Batmanê. Gorî dengbejan gotinên dawî yê rindexan evin; 

Ez im rinda Rindêxan
Keça mîr û axa û çiyan
Ey Tirkê Tacik
Karê we çi ye li van çiyan
Rinda bûye namdar
Ez dimirim, birîndar û bê zar
Teslîm nabim destê neyar û naçim bê ar…

Sal û zeman derbas bûn. Sal bû 2020, nevîyên Turanîyan disa li çiyayên Kurdistanê ne. Vê carê jî li peşberî wan Rindêxanên nû hene. Ji destpêka cenga Hefteninê heya niha gerilayên jin mohra xwe li vê cengê xistin û bi welatparezîya Rindêxan şer kirin. Bi îrade, bi hez û bi şerê xwe rota dan Cenga Heftanînê û mezin kirin. Yek ji van gerilayan jî fermandar Zelal e.

Zelal Sîdem ango bi navê rast Rojbîn Varli li Amedê jidayik dibe û di nava malbatek welatparez de mezin dibe. Di salên 90’î de cihê ku herî zêde dewleta Tirk siyaseta qirkirinê lê kir Amede bû. Kuştinên faili meçhul, Hizbullah, koçberî, girtina bi ser malan de û li gel van cihê ku herî zêde çalakî lê çêdibin yek ji wan devera bû. Gengaz bû ku li Amadê carna tenê di nav rojêkê de her cûreyê êrîşa dewelata Tirk pêk bihata. Di heman demê de jî tevgera ciwanên xwîngerm û gelê welartparez yê Amade jî her dem hebû. Ji alîyê siyasî de rojên tevlihev û tarî ye. Zelal Sîdem di rewşek wiha de zarokatiya xwe derbas dike. Ji ber welatparezîya malbatê teşa ya xwe ya şoreşgerî ya despêkê ji malbata xwe digire.  şahidiya serhildana 2006’an dike û ruxmê ku hîn ciwan e jî, fêm dike ku êdî nikare êşa gelê xwe temaşe bike. Piştî serhildanê bi 2 salan di 2008’an de Zelal Sîdem bi temenê xwe yî ciwan tevli refê gerila dibe. Gerîlatiya xwe ya yekem û bingeha xwe li zagrosa asî digre. Heya 2013 da li Zagrosan dimîne û dibe evîndarê Zagrosan. Pir cara di nav bûyêrên dîrokê de cîhê xwe digre. Dema êriş li ser Kerkûkê çêdibe yek ji wan gerîlayan e ku li hemberî DAİŞ’ê disekinê. Di gelek karên şoreşê de cihê xwe girt, bû kedkarek a çapemenî yê.

Sala 2018’an rêwîtîya gerila Zelal ya Heftenînê despê dike, bêyî ku bizanibê wê bi qasî Zagrosan evîndarê Heftenînê jî bibe gava xwe diavêjê xaka Heftenînê. Di nav sê sala de gelek ked dide Hefteninê. Qasê ku ew ji Heftenin ê hezdike, Heftenin ji wê bêbersiv nahele û ew jî fermandara xwe hembez dike. Zelal Sîdem di heman demê de jî helbestvanekî hestîyar e. Her kêlî dema xwe bi saya penûsa xwe nemir kir. Pênûsa wê ji Heftenînê hezkir. Rupelên wê bi bedewiya Hefteninê tije kir. Berxwedana gerilayên Hefteninê nivisand.

Di heman demê de jî ji despêka operasyonê heya roja ku şehîd ket di her kelîya operasyonê de jî cîhê xwe girt. Şeşdara yek ji wî cihî bû ku şer herî zede lê dijwar bû. Zelal Sîdem jî li eniya Şeşdara peşengtiya şer kir.  Bi cesaret û fedakartîya xwe hez da hevalê xwe. Di gelek şerên dijwar de jî  cîhê xwe girt. Roja ku şehîd jî bû hewlêdanê wê ya herî mezin ew bû ku sax nekevê deste dijmin. Di her kelîyê de amadebû ku bombeya xwe bi xwe bi teqine. Çawa Rindêxanê dersek dîrokî da dijmiinê xwe heman helwestê di 2020’an de gerîla Zelal li hemberî dijminê xwe nîşand da û canê xwe fedakir. Rindêxn û Zelal herdû jinên Kurdistanê  bi xweşikbûn û lehengiya xwe li herêmê deng dan û bi şerê xwe li herêmê bûn efsane. Kî dizanê belkî jî gotina dawî ya Zelal jî wekî ya Rindêxanê bû: ‘’Ey Tirkê Tacik , Karê we çi ye li van çiyan…  Teslîm nabim destê neyar.’’