Dr. Yusuf Mihemed: Bûyerên îro lidarxistina Kongreya Netewî li ser me ferz dike

Serokê Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed got: “Tenê Kurd dostê Kurd e, nabe çavê wan li ti hêz û dewletê be. Niha ji her demê zêdetir pêwîstiya Kurd bi lidarxistina Kongreya Netewî heye.”

Serokê Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê û Serokê Lîsta Goran yê Perlementoya Iraqê Dr. Yusuf Mihemed têkildar hilbijartin û nakokiyên li Herêma Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî.

Beşeke ji nirxandinên Dr. Yusuf Mihemed wiha ye:

‘LIDARXISTINA KONGREYA NETEWÎ ERKEKÎ DEMÊ YE’

Serokê Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed got: “Pêkanînên ku hatin kirin gelê Kurd ji Xaneqîn bigire heta Efrîn berdêlên giran dan. Her wiha ew bûyerên îro rû didin ji bo me dide nîşandan ku divê di zûtirîn dem de Kongreya Netewî lidar bixin û Yekîtiyeke Netewî ya Kurd ava bikin.”

‘REFERANDÛM KIR KU DESTKEFTIYÊN KURDAN JI DEST BÊ DAYÎN’

Dr. Mihemet têkildarî encam referandûma ku sala borî hatî kirin axivî û wiha nirxand: “Bi vê referandûma ku hate kirin bû sedem ku Kerkûk ji destê gelê Kurd biçe, dîsa kir ku gelek destkeftiyên gelê Kurd ji dest bê dayîn. Ev şaştiyeke dîrokî ya Kurdistanê bû. Bi qasî sed salên dawî ya dîroka Kurd û Kurdistanê gelê Kurd di sala 2014-2016’an nebûye xwedî destkeftî û xaka xwe kontrol nekiriye. Lê mixabin bi pêkanîna referandûmanê bû sedem ku destkeftiyên gelê Kurd ên bi têkoşîn û berdêlên mezinn hatibûn destxistin ji dest bê girtin. Tenê ne xaka Başûrê Kurdistan, ji Xaneqîn bigire heta Efrînê destkeftiyên mezin hatin destdan.”

‘KONGREYA NETEWÎ FERZE’

Serokê Parlementoya Herêma Başûrê Kurdistanê Dr. Yusuf Mihemed bal kişand ser lidarxistina Kongreya Netewî û Yekîtiya Netewî û got: “Ev hemû bûyer û rûdanên di roja me ya îro û rabirdû de qewimîn da nîşandan ku ji derveyî Kurdan ti dostê Kurdan nîne. Parçeyeke Kurdistanê bandora erênî û nerênî li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî dike. Ecamên referandûmê bandora xwe li Efrînê jî kir. Her wiha ew bûyerên îro rû didin ji bo me dide nîşandan ku divê di zûtirîn dem de Kongreya Netewî lidar bixin û Yekîtiyeke Netewî ya Kurd ava bikin.Ji bo wê divê di zûtirîn de Kongreya Netewî û Yekîtiyeke Netewî bê lidarxistin.”