Dr. Mizrakli: Gelê me wê roja 24'ê Hezîranê dilê xwe rehet bike

Namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Amedê Dr. Selçûk Mizrakli got, "Gel bi hêrs e. Gelê me hesabê wê yekê dike ku vê hêrsa xwe bi rê û rêbazekê nîşan bide û dilê xwe rehet bike."

Yek ji namzetên HDP'ê yên parlamenteriyê Dr. Selçûk Mizrakli ye ku gelekî qalê tê kirin. Mizrakli di 30 salên xwe yên doktoriyê de 27 salan li Amedê weke pisporê cerrahî kar kir. Dr. Mizrakli ku ji aliyê gelê Amedê ve baş tê naskirin, di rêza yekemîn a Amedê de namzet e. Mizrakli li ser kampanya hilbijartinê û rewşa gel ji ANF'ê re axivî.

'DI ŞEXSÊ XETA AZADIYÊ DE XWEDÎ LI ME DERDIKEVIN'

Dr. Mizrakli bal kişand ser kampanya xwe a hilbijartinê û anî ziman ku di dema vê kampanyayê de ew gelek caran li nexweşên xwe rast tê û bi bîr û baweriyeke mezin wan pêşwazî dikin. Mizrakli got, "Eger têkiliya we ya bi civakê re beriya niha li ser hîmên qewîn hatibe avakirin, hingî mirov ji we bawer û piştast in. Eger we ev yek bê berdêl kiribin, hingî ew ê jî bi rengekî bê berdêl ji we hez bike û destekê bide we. Lê eger heman Selçûk Mizrakli weke namzetekî AKP'ê derketibûya pêşberî civakê, bawerim wê mirov li rûyê min nenihêrîbûna. HDP ku di dil û mejiyê wan de nirxekî gelekî mezin e, weke xeta azadiyê tê dîtin. Cihgirtina min a li nava vê xetê, tenê vê yekê xurtir dike. Ji ber vê yekê hevdîtinên me yên bi gel re gelekî xweş e."

'GELÊ ME LI PÊŞ ME YE'

Mizkrakli işaret bi Rewşa Awarte kir û anî ziman ku li gel şert û mercên giran jî gel di têkoşînê de timî li pêş e. Mizkrali got, "Divê ev rastî bê destnîşankirin. Gel ji dewletê û hemû amûrên wê mezintir û xurtir e. Kiryarên Rewşa Awarte li çiyê, li deşt û zoanan bi kêr nayên. Dibe ku li nava bajaran hinekî bandora xwe hebe, lê belê gel ew tirs zûdeyî ji ser xwe avêtiye. Rejîma AKP-MHP'ê dema ku dest bi polîtîkayên zext û zordariyê kir, li benda encamekê bû. Dibe ku ji wan hebû ku bi çavtirsandina gel dikare civakê teslîm bigirin. Lê belê gel tirs ji ser xwe avêtiye. Em vê yekê bi rengekî vekirî li herêmê dibînin."

'GEL BI HÊRS E'

Dr. Selçûk Mizrakli da xuyakirin ku ji ber êrîşên giran ên li ser gelê Kurd hatin kirin, gel gelekî bi hêrs e û wiha dewam kir: "Piştî ewqas zext û zordariyê, nepêkane ku mirov bêjin moral qet xera nebûye. Lê belê ji vê zêdetir, gel gelekî bi hêrs e. Gelê me hesabê wê yekê dike bê kîjan rê û rêbazê hêrsa xwe nîşan bide û dilê xwe rehet bike. Rewş bi vî rengî ye. Gel xwe amade dike ku bi rê û rêbazên meşrû bersiva zext û zordariya hatiye kirin bide. Lewma dikarim bêjim ku gel xwe amade dike ku roja 24'ê Hezîranê hesab ji rejîma MHP-AKP'ê bipirse. Hem bi hilbijartinê, hem jî piştî hilbijartinê wê qirêjiya vê desthilatdariyê eşkere bike û hesab jê bipirse."

'GELÊ ME POLÎTÎK E'

Namzetê HDP'ê yê rêza yekemîn ê Amedê Dr. Mizrakli destnîşan kir ku civak di mijara hilbijartinê de gelekî zindî û polîtîk e û got, "Asta polîtîk a gelê me gelekî bilind e. Haya gelê me ji wê yekê heye ku yekane rêya qedandina vê pêvajoyê, xurtkirina asta rêxistinî ye. Ez vê yekê ne ji bo hilbijartinê dibêjim. Gel dibêje, 'Ez ê di nava xwe de vê demokrasiyê biafirînim, hewl didim aştiyê ava bikim, li ser çareseriyê fikar û pêşniyarên min hene û ez van yek bi yek bi rêxistin dikim'. Em jî weke kesên bi awayekî aktîf tevlî siyasetê dibin, divê vê yekê bi xurtî bi cih bînin."