Dr. Medya: Dewleta Tirk li Efrînê mafên mirovan binpê dike
Rêvebera Nexweşxaneya Gel a Binarê Qendîlê Dr. Medya Avyan diyar kir ku gelê Kurdistanê û gelên cîhanê wê ji bo gelê Efrînê bêdeng nemînin.
Rêvebera Nexweşxaneya Gel a Binarê Qendîlê Dr. Medya Avyan diyar kir ku gelê Kurdistanê û gelên cîhanê wê ji bo gelê Efrînê bêdeng nemînin.
Rêvebera Nexweşxaneya Gel a Binarê Qendîlê Dr. Medya Avyan êrîşê dewleta Tirk a li hember erkdarên tendûristiyê û gelên sivîl ji ANF’ê re nirxand. Dr. Medya diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk li dijî mafên mirovan e û ji vê êrîşê hemû hêzên navdewletî berpirsiyar girt.
GELÊN KURDISTANÊ Û GELÊN CÎHANÊ WÊ JI BO GELÊ EFRÎNÊ BÊDENG NEMÎNIN
Dr. Medya Avyan di destpêka axaftina xwe de berxwedana Serdemê a gelê Efrînê silav kir û wiha dewam kir; "Em her tim li gel vê berxwedanê ne. Îro li Efrînê berxwedaneke bê hempa û berxwedana serdemê heye. Çawa ku hemû gelê Kurdistanê û gelên cîhanê ji bo berxwedana Kobanê rabûn serhildanê, wê ji bo gelê Efrînê jî bêdeng nemînin. Ji xwe Kurdistanî û dostên wan bi rojan e li Ewropayê û tevahiya cîhanê ji bo berxwedana serdemê a Efrînê li qada ne. Em berxwedan û serhildana gel jî silav dikin."
DEWLETA TIRK ÊRÎŞÎ SERANSERÊ KURDISTANÊ DIKE
Dr. Medya di dewama axaftina xwe de diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk erkdarên tendûristiyê jî kirine hedef û got, "Dewleta Tirk a dagirker çawa ku êrîşî gelê sivîl dike, ambûlansên ku birîndarên sivîl radikin jî bombardiman dike. Nexweşxaneyan bombardiman dike. Di qanûna şer de ev sûc in, li derveyî mirovahiyê ye, divê ti kes li hember vê bêdeng nemîne. Wekî din wargeha penaberan ku di bin berpirsyariya UNICEF'ê de ye jî bombardiman dike. UNICEF û Neteweyên Yekbûyî bi bêdengiya xwe dibin şirîkê van êrîşan. Divê UNICEF û Neteweyên Yekbûyî li hember van êrîşan bêdeng nemînin û erkên xwe yên pêwîst bi cîh bînin. Dewleta dagirker a Tirk îro ne tenê li Efrînê van êrîşên pêk tînin, di heman demê êrîşî seranserê Kurdistanê dike. Gelek caran li Binarên Qendîlê jî êrîşî nexweşxaneyan, dibistanan û gundan kiriye. Ev li derveyî qanûnên şer e, divê hêzên navneteweyî hesab ji faşîzma AKP-MHP'ê bipirsin."
ŞERVANÊN ENTERNASYONALÎST ÊN LI EFRÎNÊ SILAV KIR
Dr. Medya Avyan di dawiya axaftina xwe de berxwedêrên Enternasyonalîst jî silav kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez gelek kêfxweş im ku îro hêzên QSD'ê û şervanên enternasyonalîst gihiştine Efrînê û Efrînê diparêzin. Ev tiştek gelek pîroz e, ev berxwedana mirovahiyê ye. Em van bûyeran gelek pîroz dibînin. Em hêzên QSD'ê û şervanên Enternasyonalîst jî silav dikin."