Doznameyên têkildarî Hevşaredarên girtî hê nehatine amadekirin
Hevşaredarên jin ên DBP'yî yên Wanê bi mehan e girtî ne. Tevî vê yekê jî hê doznameyên têkildarî wan nehatine amadekirin.
Hevşaredarên jin ên DBP'yî yên Wanê bi mehan e girtî ne. Tevî vê yekê jî hê doznameyên têkildarî wan nehatine amadekirin.
Hevşaredara Qelqeliyê Handan Bagci ji 9'ê Cotmeha 2015'an û vir ve, Hevşaredara Sêrê Zîlan Aldatmaz ji 30'ê Îlona 2016'an û vir ve, Hevşaredara Ebexê Sûna Atabay jî ji 3'ê Mijdara 2016'an û vir ve girtî ne. Hinceta girtina hevşaredaran jî "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" ye.
ATABAY JI BER PARVEKIRINA XWE YA LI MEDYA CIVAKÎ 5,5 MEH IN GIRTÎ YE
Ji hevşaredarên girtî Sûna Atabay, bi propagandaya rêxistinê tê sûcdarkirin. Parvekirinên Atabay ên li medya civakî weke sûc hatin dîtin. Lê belê ev 5,5 meh in hê doznameya têkildarî wê nehatiye amadekirin.
Parêzer Denîz Yildiz da xuyakirin, ku muwekîla wê divê di rûniştina destpêkê de bê berdan û got, "Di nava şert û mercên asayî de, derengnivîsandina doznameyê li aliyekî, divê nehatibûya girtin."
Yildiz wiha dewam kir, "Girtî jî be, sînorê herî bilind ê cezayê propagandayê li gorî TCK 3 sal e. Di rewşa heyî de jî di rûniştina destpêkê de lazim e bê berdan. Lê belê di nava sîstema niha de girîngiya ti ji van nîne."
'YA KU BI CIH TÊ ANÎN HIQÛQ NÎNE, BIRYARÊN SIYASÎ YE'
Yildiz diyar kir, ji bo qeyûmên li şaredariyan hatine bicihkirin rewa nîşan bidin, hevşaredaran sûcdar dikin û got, "Pêvajoya nivîsandina doznameyê wê li gorî encama referandûmê be. Yanî bi temamî rewşeke siyasî ye, ne hiqûqî ye. Di nava şert û mercên asayî de nepêkan e ku hevşaredar girtî bin."
Yildiz anî ziman, ji ber ku konseptek li dijî siyasetmedar û hevşaredaran hene, nayên berdan û got, "Em di vê mijarê de îtirazê dikin, lê belê bersivek ji van îtirazên me re nîne."
Yildiz da xuyakirin, ku girtina hevşaredaran tenê ji ber sûcdariya propagandayê ye û destnîşan kir, ku der barê sûcdariya 'endametiya rêxistinê' jî ti delîl nîne. Yildiz got, "Ji ber ku 'endametiya rêxistinê' yek ji sûcên katalog e, vê yekê ji bo xwe dikin zirx. Dema ku îtiraz tê kirin, yekser îdîayên 'endametiya rêxistinê', 'propaganda' derdixînin pêş û îtirazan red dikin."
Parêzer Denîz Yildiz destnîşan kir, ku nivîsandina doznameyan bi zanebûn dereng tê xistin û wiha dewam kir: "Doznameya têkildarî hevşaredarekê/î di nava 2 mehan de dikare bê amadekirin. Beriya bigire, lêpirsîneke berfireh dimeşîne. Delîlekî lê bê zêdekirin nîne. Xwedî wê erkê ne ku di nava du mehan ve vê lêkolîn bikin.
Di gelek dozan de Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ji ber dirêjkirina pêvajoya dozê, Tirkiye ceza kirye.
Ji bo xwe ji vê cezakirinê rizgar bike, her meh di bin navê 'ji nû ve nirxandina rewşa girtî' dadgehên navberê dicivîne. Armanca dadgehên navberê ne ji bo ji nû ve nirxandina rewşa girtinê ye, armanc ew e ku formalîteyekê li dijî DMME amade bike.
Ti wateya vê nîne. Lêpirsîn der barê naveroka dosyayê de ye. Di nava şert û mercên asayî de doznameyek di nava mehek du mehan de tê amadekirin."