Dozgeriya Tirk dixwaze ceza li 24 rojnamevanên Kurd bê birîn

Li 24 rojnamevanên di sergirtina buroya rojnameya Azadiya Welat de hatin binçavkirin doz hate vekirin. Dozgeriya Tirk dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê li rojnamevanan bibire.

Serdozgeriya Komarê ya li Amedê, bi 3 koman gilîname der barê 24 rojnamevanan amade kir. Gilîname ji aliyê 9. û 10. Dadgehên Ceza yên Giran ên Amedê ve hatin qebûlkirin. Di gilînameyan de der barê 24 rojnamevanên ji ber belavkirina rojnameya Azadiya Welat bi îdîaya "alîkariya ji bo rêxistinê" tên sûcdarkirin, ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Rûniştinên dozê wê Sibat û Adara 2018'an dest pê bikin.

Rojnamevanên doz li wan hatine vekirin ev in:

Ahmet Kizilay, Ahmet Boltan, Veysî Altin, Ercan Yeltaş, Mehmet Aydin, Mehmet Emîn Aygun, Azîme Tarhan, Sureyya Dal, Berhûdan Tûlpar, Mehmet Huseyîn Şahîn, Cengîz Arslan, Ziyan Karahan, Ceylan Îpek, Pûsat Bûlût, Yasemîn Sayin, Serdal Polat, Zeynep Îzgî, Hayat Yilmaz, Mehmet Emîn Kaya, Mecrûm Tekol, Îbrahîm Bayram, Engîn Ozelçî, Arap Tûran û Ferît Toprak.