Dozgerê nijadperest daxuyaniya têkildarî Ekîn Wan jî sûc hesiband

Dozgerê Komarê yê Mûşê Serhat Çaylak ji roja ku dest bi wezîfeyê kiriye û vir ve bi nêzîkatiyên MHP'ê balê dikişîne ser xwe. Dozgerê ku wêneyê ji nîşaneya MHP'ê bi odeya xwe ve kiriye, daxuyaniya têkildarî Ekîn Wan jî sûc hesiband.

Dozgerê Komarê Serhat Çaylak ku di dema xwendina zanîngehê de serokatî ji rêxistiniya nijadperestan 'Ulku Ocaklari' re kir, piştî ku bû dozger li Wanê hate tayînkirin. Hîn jî bi tebîetên nijadperestiyê tevdigere.

Dozgerê nijadperest dema ku ji bo îfadeyê bang li nûnerên rêxistina civakî û siyasetmedarên Kurd dike, her carê bi wan re nîqaş dike û gotinên mîna 'Em ê nehêlin ev welat parçe bibe' dike, heqaretê li wan dike. Her wiha timî serdana Şaredarê Korkûtê yê AKP'î Samî Pekbay dike, diyariyan dide wî û ji serokê AKP'î jî plaketê distîne.

Serhat Çaylak ji Gulana 2019an dema ku ji bo dozgeriyê hate wezîfedarkirin û vir ve li dijî siyasetmedarên Kurd û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl fermana bi dehan operasyonan da. Her wiha bi tesbîhek ji şeklê sê heyvan (nîşaneya nijadperestan) digere, wêneyê sê heyvan bi wesayita xwe ve dike, qîma xwe bi vê jî nîne wêneyê ji sê heyvan û gur bi odeya xwe ve dike.

Yek ji kiryarên dawî yên dozgerê nijadperest ew e ku dosyayek di sala 2018'an de biryara neşopandinê li ser hatibû dayin, bi îdîaya 'delîlên nû' ji nû ve da vekirin.

Çaylak li dijî Serokê ÎHD'ê yê Mûşê û bi dehan siyasetmedarên Kurd operasyona da destpêkirin û ji ber ku di dema îfadeyê de bi rengekî nehiqûqî nêzîkatî li siyasetmedarên Kurd hate kirin, wan jî nerazîbûn nîşan dan. Dozger Çaylak jî biryara girtina siyasetmedarên Kurd da.

Dozger Çaylak ji daxuyaniyên çapemeniyê yên li Mûşê ku di navbera salên 2013 û 2018'an de hatin dayin gilînameyek amade kir û daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî teşhîrkirina bedena Ekîn Wan a li Gimgimê sala 2015'an di şer de şehîd bû, weke "propaganda rêxistinê" pênase kir.

Ji ber teşhîrkirina bedena Ekîn Wan, Walîtiya Mûşê der barê polîsên wezîfedar de dest bi lêpirsînê kiribû. Çaylak weşandina daxuyaniya çapemeniyê di ANF'ê de weke sûc hesiband. Dozgerê nijadperest ji daxuyaniyên çapemeniyê yên di ANF'ê de hatin weşandin dosyayeke mezin ava kir.

Ji ber gilînameya Çaylak, Serokê ÎHD'ê yê Mûşê Tarik Guneş 2 mehan girtî ma û piştre hate berdan. Ji dosyaya dozger Çaylak ti siyasetmedarên Kurd ên girtî nîne.

Rûniştina duyemîn a dosyayê wê di 22'ê Hezîranê de pêk were.