Dozger xwest 15 sal ceza li rojnameger Canozer bibire

Rûniştina doza rojnameger Bêrîtan Canozer hate dîtin. Dozger xwest ku 15 sal ceza li rojnameger Canozer bibire.

Derbarê rojnameger Bêrîtan Canozer bi îddîaya ku ‘endama rêxistinê ye’ doz hatibû vekirin. Rûniştina 2’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hate dîtin. Canozer û parêzerê xwe Resûl Tamûr tevlî rûniştinê bûn.

Rojnameger Canozer got ku “Ez îfadeyên şahidan qebûl nakim. Ez rojnameger im û bi tenê peywira xwe dikim.”

Dozger xwest ji 7 sal û nîvan û heta 15 salan ceza li rojnameger Bêrîtan Canozer were birîn.

Parêzer Tamûr got ku “Tê diyarkirin ku muwekîla min bi endamên rêxistinê re roportaj kiriye lê li holê tu roportaj tune.”

Rûniştin taloqî meha Kewçêrê hate kirin.