Doza Sereke ya KCK'ê li Amedê çêbû

Doza Sereke ya KCK'ê ku Daraza Bilind a Tirk xira kiribû dîsa çêbû. Wekîlên HDP'ê Pero Dundar û Tayyîp Temel bi sedema destlênedanê xwestin ku darizandin raweste lê dadgehê ev daxwaz red kir.

Darizandina 38 kesan a ji ber Doza Sereke ya KCK'ê dihatin darizandin û cezayê wan ji hêla Daraza Bilind ve hatibû xirakirin li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Amedê dîsa dest pê kir.  Temel ku cezayê 18 salan lê hatî birîn hatibû xirakirin û Dundar ku 9 sal ceza lê hatî birîn û 31 kesên din tevlî danişînê nebûn, 5 kes û parêzer hazir bûn. 

Li danişînê kesên ku dihatin darizandin ragihandin ew îlana xirakirinê ya bi di berjewendiya wan de ku Daraza Bilind xira kiribû qebûl dikin û yên li dijî wan qebûl nakin. Parêzer Cîhan Aydin jî xwest ku kêmasiyên li dosyayê werin temamkirin. 

Parêzerê Temel Şivan Cemîl Ozen ji bo ku miwekîlê wî bikaribe bi rehetî xebatên xwe yên parlamentoyê bidomîne xwest ku qedexeya derketina derve ya li ser miwekîlê wî ku 2014'an hatibû standibû were rakirin.

Piştî parastinan hinceta ku Temel û Dundar tevlî danişîna îro nebûne qebûl kir, biryar li ser da ku li danişîneke dî hazir bin û ji bo kesên ku tevlî danişînê nebûne xwest ku bi zorê bînin. 

Danişîn taloqî 13'ê Nîsanê bû.