Doza Nisêbînê: Ne me kir, hemû tişt we kir!

Piştî sûcê şer ê giran ku dewleta Tirk li Nisêbînê kirî, doza 2 mexdûrên ku têne darizandin berdewam kir.

Firat Çîftçî yê di Doza Nisêbînê de cezayê muebata giran û 29 sala cezayê girtîgehê lê hat birîn, xwe parast û got: “Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike.”
 
Danişîna doza 17 jê zarok 70 kesan ên piştî qedexeya derketina derve ya navçeya Nisêbînê ya Mêrdîn, di 26'ê Gulana 2016'an de hatibûn destgîrkirin dûre hatin girtin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê berdewam kir. Danişîna 2 kesên ku dosyayên wan ji hev hatibûn cuda kirin îro hatin dîtin. 
 
Destpêkê danişîna Hêvîdar Ozdemîr hat dîtin. Danişîn piştî tespîta nasnameyê bi xwendina mutalaaya dozgerê dozê dest pê kir. Dozger mutalaaya xwe ya derbarê Ozdemîr de aşkere kir. Dozger xwest ku Ozdemîr bi cezayê muebeta giran bê cezakirin. 
 
Dûre parêzerê Ozdemîr ji bo parastinê dem xwest. Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîna Ozdemîr taloqî 13’yê Sibata 2020’an kir. 
 
'JI BER KU MIN JIYANA AZAD PARAST, EZ LI VÊ DERÊ ME’ 
 
Dûre danişîna Firat Çîftçî hat dîtin. Çîftçî ji Girtîgeha Bandırma anîn û di salona danişînê de amede bû. Firat Çîftçî dest bi parastina xwe kir û wiha axivî: “Du sal in têm darizandin. Yekemîn car e ku parastina xwe dikim. Ev du sal in têm dadgehê û diçim. Berê jî, min bi dehan caran got ev şande û dadgeh ne serbixwe ne. Li gel vê yekê jî, em bi heman helwestê û şandeyê re dewam dikin. Ji ber ku min daxwaza rêveberiya xweser a demokratîk kir û jiyana azad parast ez îro li vê derê me. Ez tu carî ne poşman im. Tu qîmetê cezayê ku hûn bidin min nîne. Feraseta ku Rêveberiya Xweser weke sûc dibîne, sûcê herî mezin dike. Îro, Erdogan diçe kîjan welatî, di rojeva wî de tenê Kurd hene. Ji ber ku ji kurdan ditirse, wan evqasî dike rojev. Lê em hewl nadin ku kesî bitirsînin. Çawa ku em ji kesî natirsin, em naxwazin ku kesek jî ji me bitirse. Em dixwazin bi çand û exlaqê xwe bi awayekê azad bijîn. Dixwazin me înkar bikin, bi tang û topan encamê bigirin. Gelo karin bi van PKK’ê biqedînin? Niha li her derê têkoşîn dewam dike. Wê dewam bike jî. Dibêjin ku Kurd û Tirk xwişk û biran e. Lê di rastiyê de, pîvan û exlaqeke xwişk û biratiyê jî heye.”
 
‘PIRSGIRÊK PIRSGIRÊKA PARGALÊ YE’ 
 
Çîftçî, bal kişande ser rengê darizandina xwe û wiha dawî li parastina xwe anî: “Darizandina li vir şanoyek e. Ma hûn wisan difikirin ku em ê van cezayan ji bîr bikin? Bi îdîa û îfadeyên tewş hûn me ceza dikin. Yên ku jina 70 salî dayika zarokan li Nisêbînê dan ber guleyan ma ez bûm? Yên ku cenazeyê Dayika Taybet li Silopiyê bi rojan li kolanê hiştin me ez bûm? Na ne ez bûm. Ev hemû kirînên we ne. Ceza bidin min û tola xwe ji min bigirin. Li her dervera cîhanê mirov dimirin. Pirsgirêka sereke pirsgirêka pargalê ye. Ev hişmendî êdî nabe çareserî. Pergala ku hûn weke terorê dibînin, pergala konfederalîzmê ye. Çiyê vê sûc e? Hûn jî baş dizanîn ku ev ne sûc e. Cezayê ku hûn bidin min jî, wê ne li gorî wijdan, exlaq, çand û nirxê civakê be.”
 
Şandeya dadgehê piştî parastinê navber da û dûre cezayê muebeta giran û 29 sala cezayê girtîgehê li Çiftçî birî. 
 
BERÊ JÎ LI 31 GIRTIYAN CEZA HATIBÛ BIRÎN 
 
Şandeya dadgehê heta niha der barê 29 kesan de biryar dabû. Heta niha dadgehê derbarê Yasemin Erkol 10 sal, Ozgur Sevim cezayê muebbeta giran û 25 sal, Îlyas Dogan, Omer Karataş, Osman Bozkurt, Hamit Acur û Akar Îkbal de muebbeta giran û 15 sal, derbarê Sadık Tan, Bayram Sevgin, Firat Darî, Mazlum Yaşa û Hatip Oyman de muebbeta giran û 18 sal, derbarê Ercan Dolaşır de muebbeta giran û 10 sal, der barê Erkan Benlî de muebbeta giran û 20 sal û 3 meh, derbarê Baver Başar de muebbeta giran û 19 sal, derbarê Mehmet Zirig de muebbeta giran û 17 sal, de barê Suleyman Goksel Yerdut de muebbeta giran û 15 sal, derbarê Dilber Tanrıkulu de muebbeta giran û 26 sal, derbarê Tufan Îlbaş de muebbeta giran û 27 sal û 6 meh, derbarê Ramazan Eroglu de jî 2 muebbetê giran û 3 sal cezayê girtîgehê birîbûn, ji bo Farûk Engîn muebeta giran û 31 sal cezayê girtîgehê û ji bo Resûl Ergun jî 3 caran muebata giran û 27 sal cezayê girtîgehê hatibû birîn. 
 
Şandeyê derbarê Şukru Aybek, Heja Algan, Emre Topçuoglu, Baran Eman, Çeçan Kilkaya û Dilan Aslan de jî ji ber temenê wan biçûk e ji bo her yekî-e 35 sal û 10 meh cezayê girtîgehê birîbûn. Dîsa li 2’emîm Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê  cezayê miebelê û 11 sal li Huseyin Bag rastî  cezayê miebetê û 18 sal li  Zehra Kaya û 21 sal û 7 meh ceza li Fatma Aslan birî Bûn.
 
DOSYEYA 2 GIRTIYAN HATIBÛ GIRTIN 
 
Ji girtiyan dozê Medya Çınar û Siraç Yuksek, di çalakiya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de dawî li jiyana xwe anîbûn.