Doza Giştî a KCK: Ceza dan 107 kesan
Doza Giştî a KCK'ê ku ev 8 sal e didome, li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê bi encam bû.
Doza Giştî a KCK'ê ku ev 8 sal e didome, li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê bi encam bû.
Doza Giştî a KCK'ê ku 154 kes weke bersûç tê dîtin, li 2. Dadgeha Ceza ya Giran a Amedê bi encam bû. Ji bo 107 kesan ceza hat dayîn. 43 kes jî hatin berdan. 4 bersûçên ku di dema dozê de jiyana xwe ji dest dabûn dosyaya wan hate xistin.
Ji bo “Doza Giştî” ya ku 8 sal bû di derbarê 154 rewşenbîr, rojnamevan, parêzvanên mafê mirovan, siyasetmedar, endamên meclîsê, hevşaredar, parlemeter û hevserokên giştî jî di nav de ku di operasyona hevpar a li gel Cimaeta Gulen ku di bin navê “KCK” de ya di sala 2009’an a ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd bi rêya aştiyane û demokratîk dihate gotûbêjkirin de hatibû destpêkirin biryar îro hate dayîn. Piştî gotinên dawî yên duh li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê û şûnde, îro ji bo biryara dawî salona dadgehê hate amadekirin. Di rûniştina bersûcên girtî û negirtî beşdar nebûyîn de nêzî 100 parêzer amade bûn.
CEZA HATE DAYÎN
Dadgehê, biketina parêzeran a salonê re biryar eşkere kir. Heta niha navê kesên ku biryara wan hate xwedin û cezayê lê hatin birîn wiha ne:
Bi îdîdaya ‘Rêveberiya rêxistin kirinê’ 21 sal ceza ji bo Hevserokê Giştî yê BDP’ê Kamûran Yuksek, parlemeterê berê yê Wanê Kemal Aktaş, Bayram Altûn, Mehmet Taş, Serdar Kizilkaya, Huseyîn Yilmaz, Salîh Akdogan, Tûran Genç, Çîmen Işik, Zuhre Bozaci, Mehemte Selîm, Bayram Altûn, Herdem Kizilkaya, Lutfu Dag, Ahmet Bîrsîn hate dayîn, her wiha ji bo Ercan Akyol jî 18 sal ceza hate dayîn.
Ji bo Hevşaredarê Giştî yê Bajarê Amedê Firat Anli yê ku ji peywirê girtî jî 6 sal û 3 meh, ji bo parlemeterê berê Demîr Çelîk jî 6 sal û 3 meh ceza hate dayîn.
Li Necdet Atalay, Ercan Akyol, Ercan Sezgîn, Mazlûm Tekdag, Olcay Kanlibaş, Mukaîl Karakûş, Temer Tanrikolû, Umît Aydin, Seda Akbaş Can, Alî Şîmşek, Şînasî Tûr, Ahmet Makas, Serokê Şaredariya Sûrê yê berê Abdullah Demîrbaş, Tuncay Korkmaz, RojnamegerTayyip Temel 18 sal ceza birî.
Li Hevserokê KCD'ê Hatip Dîcle, Sara Aktaş, Zulkuf Karatekîn, Pero Dundar, Abbas Çelîk, Yuksel Baran, Ahmet Erden, Cibrahil Kurt, Nadîr Bîngol, Hasan Huseyîn Ebem, parlementera HDP'ê ya berê Yûrdûsev Ozsokmenler, Nîhayet Taşdemîr, Pinar Işik, Elîf Kaya, Pelguzar Kaygisiz, Zahîde Besî, Mûsa Farîsogûllarî, Adil Erkek, Mahmut Okkan, Burhan Karakoç jî 9 sal ceza birîn.
Bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" li Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parlementerê DEP'ê yê berê Selîm Sadak, Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin Amedê Firat Anli yê ji peywirê hat dûrxistin, Serokwekîla Hevserokatiya DBP'ê Gulcîhan Şîmşek, Serokê Şaredariya Êlihê yê berê Huseyîn Kalkan, Serokê Şaredariya Dersimê ya berê Songul Erol Abdil, Serokê Şaredariya Pirsûsê yê berê Ethem Şahîn, Serokê Şaredariya Qoserê yê berê Ferhan Turk, Hevşaredarê Şaredariya Wêranşarê Emrullah Cîn ê ji peywirê hat dûrxistin, Şeyhmûs Bayhan, Abdullah Akengîn, Mehmet Tari, Hasan Uner, Celal Yoldaş, Ahmet Ertak, Fîkret Kaya, Aydin Bûdak, Hasan Îraz, Ahmet Zîrek, Engîn Kotay, Nûran Atli, Kerem Dûrûk, Esma Guler, Ozlem Yasak, Rojda Balkaş, Mesût Çetîn, Ramazan Odemiş, Ramazan Debe, Muharrem Erbey, Tuncay Ok, Ahmet Îlan, Mûstafa Dogrul, parlementerê berê Demîr Çelîk, Onal Îsmail Oner jî 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî.
Li Mûstafa Ocaklik, Abdurrahîm Tanriverdi, Osman Ocaklik, Veysî Akar, Nazîm Çaglak, Turkî Gultekîn jî 6 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.
Li Zûbeyde Zumrut, 5 sal û 2 meh cezayê girtîgehê,
Li Serdar Zirig, 5 sal cezayê girtîgehê,
Li Mûrat Tûgrûl, 5 sal û 7 meh û 15 roj cezayê girtîgehê,
Li Mehmet Guzel û Mehmet Aksunger, 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê birî.
Li Hevşaredarê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk ê ji peywirê hat dûrxistin jî 1 sal û 3 meh ceza hat birîn.
Navê kesên hatin berdan jî wiha ne:
Ebru Gunay, Kûdbettîn Kurt, Huseyîn Bayrak, Hacî Erdemîr, Heval Erdemlî, Îhsan Ûgûr, Sabahattîn Dînç, Selahattîn Elçî, Bahrî Çeken, Yaşar Çelîk, Hasat Înatçî, Rahmî Ozmen, Siracettîn Irmak, Servet Ozen, Kazim Kurt, Galîp Kandemîr, Yaşar Sari, Arslan Ozdemîr, Roza Erdede, Zeynep Boga, Hacîre Ozdemîr, Bedriye Aydin, Takîbe Tûrgay, Alaattîn Aktaş, Fethî Sûvari, Nîzamettîn Onar, Zeynel Mat, Beyhan Sakin, Veysel Yildirim, Hanîfî Yontem, Adnan Bayram, Îhsan Sevîtek, Seyîthan Şen, Mehmet Devîren, Mehmet Nesîh Çaglar, Seyîthan Haran, Abdullah Bozkoyûn, Mehmet Salîh Yildiz, Mahmût Polat, Husamettîn Çîçek, Mehmet Nesîp Gultekîn, Aygul Arat, Mesût Aydin, Resûl Erkaplan, Abdulserdest Tan, Abdullah Aflatûn, Abdurrahim Dag, Abdulhalik Katar, Abdulgaffûr Şen, Ekrem Elbat, Gulîstan Dehşet, Semîh Sencer, Alî Genç, Alî Orûç, Necla Kormaz.
Her wiha parêzerên "Doza Giştî ya KCK'ê" yên biryara îro nirxandin, diyar kirin ku ev kûmpasek e û li dijî kurdan derhuqûqiyek hatiye sepandn. Parêzeran, diyar kir ku biryara hatiye dayîn ne encam e û gotin, eger ku li Tirkiyeyê encamek dernekeve ew ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) bidin.