Doza Aydogan hate dîtin: AKP li pey fêlbaziyane!

Rûniştina doza di derbarê Parlemetera HDP'ê Aydogan a girtî de hatibû vekirin, îro hate dîtin. Parlemetera HDP'ê Beştaş jî wiha got: "Bi van fêlbaziyan dixwazin li ser dosyayên amadekirî biryar bigirin û parlementeriya hevalê me rakin.

Di rûniştina doza 13'emîn a derbarê Parlmentera HDP'ê Nûrsel Aydogan a girtî ku bi hincetên di sala 2011'an de beşdarî daxuyaniyeke çapemeniyê, meş û merasîma cenazeyan bibû, hatibû vekirin, îro li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Bi îdîayên "Propagandakirina rêxisitina terorê", "Endamê rêxistinê" û "Mûxalifiya ji 2911 Civîn, û Xwepêşandanên Girseyî yên Qanûnî kiriye" di derbarê Aydogan de heta 18 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Aydogan bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Di rûniştinê de ji derveyî parêzeran, parlementerê HDP'ê Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp û Merla Daniş Beştaş jî beşdar bûn.

PARÊZERAN MAFÊ AXAFTINÊ GIRTIN

Parêzer Abdulkerîm Guleş, bi bîr xist ku dozger û endamên dadgehê yên ku di derbarê Aydogan de dosya amadekirine, di çarçoveya lêpirsîna FETO'yê de ji kar hatine derxistin, gelek ji wan jî hatine girtin.

Guleş destnîşan kir ku daxuyaniya çapemeniyê ya 16'yê Gulana 2011'an a di îdanameyê de cih digire ji beriya niha bi heman sûcî muwekîla me hatibû berdan, lê dîsa heman daxuyanî li dosyayê hatiye zêdekirin, xwest ku ev doza dewam dike bi doza ku muwekîl beraet kiriye bibin yek.

Parêzer Devrîm Bariş Baran jî diyar kir ku divê wesfa "Propagandakirina rêxistinê" bê guhertin, daxwaz kir ku divê rapor bê amadekirin ku muvekîla me propaganda kiriye yan ne. Herî dawî jî parêzer Fatma Kabîkoglû jî diyar kir ku ji ber ku muwekîla wan beşdarî konê sersaxiyê bûye û li gel welatiyên ku ew hilbijartiye cih girtiye tê darezandin.

AYDOGAN: EZ LEZ Û BEZA WE FÊM NAKIM!

Aydogan got: "Mixabin di nava bajêr de her gava ku em davêjin ji aliyê emniyetê ve tê kontrolkirin, di derbarê me de fezleke hatiye amdekirin. Mixabin naxwazin em wekîltiyê bikin. Dixwazin sûcên me di nava civakê de mezin bidin nîşandan û me bidin reşkirin."

Heyeta dadgehê, destnîşan kir ku daxwazên parêzeran wê pêvajoya dozêbide dirêjkirin, hemû daxwaz red kirin.Li ser pirsa heyetê ya ji Aydogan "Em ê di derbarê te de biryar bigirin, herî dawî çi dibêjî?' Aydogan got: "Ti Tirkiyeyê bi awayekî giştî tim doz tên dirêj kirin. Ez vê lez û beza we fêm nakim. Ji ber ku min xwe ji parastinê re amade nekiriye ez tiştekê nabêjim. Dema ku dem bê dayîn ez ê xwe amade bikim."

Heyeta dadgehê ya ku daxwaza dem a parêzeran li ber çav girt, doz taloqî 13'ê Çileya 2017'an kir.

BEŞTAŞ: DIXWAZIN WEKÎLIYA WAN RAKIN

Parlementera HDP'ê Meral Daniş Beştaş a ku piştî rûniştinê daxuyaniyek da wiha got: "Bi awayekî zelal ji 4'ê Mijdarê ve em dişopînin. Hikûmet li pey fêlbaziyane. Bi van fêlbaziyan dixwazin bi lez û bez biryarên li ser dosyayên hatine amadekirin bigirin û wekîltiya hevalên me rakin. "