Doz li kujer venekir, lê li nûçegihan vekir

Polîsên Tirk li navçeya Westanê avêtin ser malekê û welatiyê bi navê Şefîk Tûnûç bi çekê kuştin. Li hemberî nûçegihan Hulya Emeç a ku nûçeya vê bûyera kuştinê çêkir û li dijî hevsera Tûnûç û xebatkarên ajansê ji xala 301 a TCK doz hate vekirin.

Li navçeya Westan a Wanê, polîsên Tirk di 15 û 17'ê Cotmeha 2015'an û herî dawî jî di 2'ê Mijdarê de avêtin ser mala Şefîk Tûnûş (48) a li taxa Pinarbaşiyê. Polîsan her carê bi çekên giran avêtin ser malê û bi bahaneya ku kurê Tûnûç Ûmût Tûnûç binçav bikin, lêgerîn li malê kirin. Polîsên Tirk herî dawî çek dan serê Tûnûç û jê re got, "Kurê xwe bîne, ya jî wê nebaş bibe." Ji ber vê gefa polîsên Tirk, Tûnûç krîza dil derbas kir û piştî 2 rojan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevan Hulya Emeç ku hingî li Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê dixebitî, nûçe li ser vê bûyerê amade kir. Lê belê bi îdîaya "Miletê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê ya jî Meclîsa Miletê Mezin a Tirkiyeyê, Hikumeta Komara Tirkiyeyê, organên dadgeriyê, leşkerî ya jî emniyet bi vekirî biçûk xistiye" li hemberî nûçegihan Hulya Emeç û hevsera Tûnûç Hafîze Tûnûç ji xala 301'ê ya TCK doz hate vekirin. Piştî ku ji Wezareta Edaletê destûra pêwîst hate girtin, wê rûniştina ewilî ya dozê roja 8'ê Mijdarê li Dadgeha Ceza ya Asliye ya Westanê pêk were.

Dozgeriya Tirk, tevî Emeç û Tûnûç, gilîname amade kir ku serokê desteya rêveber a DÎHA'yê Zekeriya Guzupek û Midûrê Karên Nivîsê Muftuoglû û Şefê Buroya Wanê Ferhat Çelîk ji heman xalê bên cezakirin.