Dorpêçkirina Tebqayê: Wesayîta bombebarkirî hate îmhakirin
Şervanên QSD’ê li başûrê gundê Hedacê yê Tebqayê, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê îmha kir. Li eniya rojava ya Tebqayê jî şer didome.
Şervanên QSD’ê li başûrê gundê Hedacê yê Tebqayê, wesayîteke bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê îmha kir. Li eniya rojava ya Tebqayê jî şer didome.
Şervanên Hêzên Sûriyeyê yê Demokratîk (QSD) çar aliyên bajarê Tebqayê dorpêç kirin û li başûrê gundê Hedacê yê Tebqayê kamyona bombebarkirî ya çeteyên DAIŞ’ê îmha kir.
Li gorî agahiyan, li rojavayê bajarê Tebqayê jî di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de şerekî giran heye.
Operasyonên li ser çeteyên DAIŞ’ê yên li navenda bajarê Tebqayê asê mane, didomin. Xeleka li dora çeteyan her ku diçe tengtir dibe.