Dorpêçkirina Tebqayê: Şer giran e
Li başûrê Tebqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji çar aliyan ve dor lê girtine, şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de wesayîteke ku çete tê de bûn hate rûxandin.
Li başûrê Tebqayê, ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ji çar aliyan ve dor lê girtine, şerekî dijwar diqewime. Di vî şerî de wesayîteke ku çete tê de bûn hate rûxandin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê, di roja 22. de ye. Li gorî agahiyên gihîştine ber dest, li ser rêya Helebê ya li başûrê Tebqayê, di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.
Di şer de, wesayîteke ku çete tê de bûn hate rûxandin.
Duh bi şev çeteyên DAIŞ'ê êrîşî heman cihî kiribûn. Li ser bersiva şervanên QSD'ê şer li vir derketibû û di encamê de êrîş hatibû têkbirin. Cenazeyên 3 çeteyan li vê derê ma bûn.