Dorpêçkirina Tebqayê: Bi sedan sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi sedan sivîl ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirin.

Şervanên Pêngava Xezeba Firatê, ku ji bo rizgarkirina Reqayê operasyonê dimeşînin, gelek gund û bajarok ji çeteyan rizgarkirin. Şervan her roj bi dehan malbatan ji nava lepên çeteyan derdixînin û li herêmên ewle bi cih dikin.

Şervanên QSD'ê duh 160 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in ji çeteyan rizgar kirin. Endamên Rêxistina Doktorên Sînornenas, li rojavayê Tebqayê navendeke tenduristiyê vekirine û li vê derê tedawî û kontrola tenduristiyê ya koçberan dikin.

Şervanên ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de her bi pêş ve diçin, heta roja îro bi hezaran sivîl rizgar kirine û derbasî qadên ewle kirine.