Dorpêçkirina Tebqayê: Berê şervanan li navenda bajêr e
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi 3 kîlometreyan ji gundê Safsafahê xwe nêzî navenda bajarê Tebqayê kirin. Li sê herêman, şerekî dijwar diqewime.
Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), bi 3 kîlometreyan ji gundê Safsafahê xwe nêzî navenda bajarê Tebqayê kirin. Li sê herêman, şerekî dijwar diqewime.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û Bendava Firatê, ku di çarçoveya Pêngava Xezeba Firatê de tê meşandin, di roja 22. de ye. Şervanên QSD'ê duh bi şev bi 3 kîlometeyan ji gundê Safsafahê xwe nêzî Tebqayê kirin. Şervan ber bi navenda bajarê Tebqayê ve her bi pêş ve diçin.
Li sê herêmên li ser rêya bingehîn a Tebqayê, ku çar aliyên wê ji aliyê şervanan ve hatiye girtin, şerekî dijwar diqewime. Di şer de wesayîteke bombebakirî hate rûxandin û gelek çete hatin kuştin. 6 ji cenazeyên çeteyan li herêma di kontrola şervanan de man.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çete bi hawan û çekên giran ji navenda bajêr êrîşî cihên şervan lê ne, dikin. Şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike.