Dorpêça Tebqayê: Gundê Îbad ji çeteyan hate rizgarkirin
Gundê Îbad ê ku dikeve rojhilatê Tebqayê, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rizgarkirin.
Gundê Îbad ê ku dikeve rojhilatê Tebqayê, ji aliyê hêzên QSD’ê ve hate rizgarkirin.
Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê bi hemû leza xwe didome.
Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê gundê Îbad ê ku 7 kilometre li rojhilatê bajarê Tebqa û li başûrê gundê Sefsafah dikeve di van kêliyan de rizgarkirin. Li hember komeke biçuk a çeteyan ku xwe di nava gund de veşartine operasyona şervanan berdewam dike.
Di şerê li Ebadîn de ji duh heta niha bi dehan çete hatin kuştin û termê 30 çeteyan zêdetir tevî çek û cebilxaneya wan ket destê şervanên QSD’ê. Xebatên lêgerîna şervanan didome.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê ji gundê Îbad sivîlên di gundê Sefsafah de bi topên hawanê û kanasan kirin hedef û ji gundiyan 20 kes birîndar kiribûn.
Şervanên QSD’ê, piştî şerê du rojan û şûnde li gundê ku ji DAIŞ’ê paqij kirin xebatên paqijkirina mayînan dane destpêkirin.