Dorpêça Tebqa: 15 çete hatin kuştin
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya gundê Uweyic ê dikeve rojavayê Balafirgeha Tebqayê hate şikandin. Di şerê li gundê Îbadê dewam dike de jî 15 çete hatin kuştin.
Êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya gundê Uweyic ê dikeve rojavayê Balafirgeha Tebqayê hate şikandin. Di şerê li gundê Îbadê dewam dike de jî 15 çete hatin kuştin.
Pêngava rizgarkirin bajarê Tebqayê û Bendava Firatê bi hemû dijwariya xwe didome. DAIŞ`ê vê sibehê êrîşî gundê Îbad ê başurê Safsafah û gundê Uweyic ê dikeve rojavayî Balafirgeha Tebqayê kirin. Êrîşa çeteyan li ser gundê Uweyic hate şikandin.
Çeteyên DAIŞ’ê bi 150 çeteyan êrîşş gundê Îbad kirin, heta niha 15 êrîşên xwekujî hatine pêkanîn. Di şer de bi qasî hate zelalkirin 15 çete hatin kuştin.
Her wiha 10 êrîşkarên xwekujî berî ku xwe biteqinin hatine kuştin. Şêrên giran berdewam e.