DMME'yê di doza Alinak de Tirkiye mehkûm kir

Siyasetmedarê Kurd Mahmût Alinak de derbarê cezayê ku dadgeha dagirker a Tirk lê birî de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dabû. DMME’yê Tirkiye mehkum kir. 

14’ê Sibata 2008’an ji ber pergala girtîgeha Îmraliyê rexne kiribû û ji şaredariyê xwestibû ku navê Mûsa Anter, Denîz Gezmîş, Vedat Aydin, Kemal Akbulut û Oruç Korkmaz li rêyan bide, dadgeha Sulhê ya Qersê 50 roj cezayê girtîgehê dabûn siyasetmedarê Kurd Mahmut Alinak. Alinakê ku di girtîgeha navçeya Cilewûzê tê ragirtin, serî li DMME’yê dabû. 

DMME’yê ev daxwazên Alinak di çarçoveya ‘azadiya fikr û raman’ de nirxand û Tirkiye 3 hezar 200 Euro bi tazmînatê mehkum kir.