Dixwazin Zîlanê bi HES'ê biçikînin

Berdevkê Platforma Zîlanê Şahabattîn Demîr got bi projeya HES'ê hem dixwazin li Zîlanê qira sirûştî bînin û bîrê bihedimînin û hem jî dixwazin wê bikin baregeha leşkerî û bazirganî.

Ji bo projeya HES'ê ku dihate xwestin li Geliyê Zîlanê were avakrin, were betalkirin li Dadgeha 1'ê ya Wanê doza hatibû vekirin. Daîreya 6'an a Dadgeha Şêwirdar biryara Dadgeha Îdareya 1'ê ya Wanê ku gotibû, ''Hewceyî bi ÇED'ê nîne'' xira kir. Dadehê jî serlêdana têkilî rawestandina rêveberinê bêyî ku li hêviya kesên zane bide careke dî red kir.

Şîrketa Anonîm a Hilberandina Elektrîkê ya Zîlanê xwestibû ku li qada ku komkujiya Zîlanê bûyî ''Regulatora Zîlanê û projeya HES'ê'' çêbike. Midûrtiya Derdorê û Bajêr a Walitiya Wanê 30'ê Adara 2012'an biryara ''Hewceyî bi Nirxandina Bandora Derdorî nîne'' dabû. Li ser vê Gokakim Elektrîk Uretim A.Ş sala 2014'an dest bi avakirina projeya HES'ê kir. Wê demê hin kesên herêmê û rêxistinê civaka sivîl li Dadgeha Şêwirmend ji bo ku HES were betalkirin doz vekiribûn.

Hin welatiyan biryara 'Hewceyî bi ÇED'ê nîne'' birin Dadgeha Îdarî ya 1'ê ya Wanê. 

Berdevakê Platforma Zîlanê Şehabattîn Demîr ku li ser biryarê axivî got ew ê dev ji dozê neqerin. Demir got biryara ku dadgehê dayî pir nas e, şaş nemane û got, ''Li vir armanc ne tenê çêkirina HES'ê ye, dixawzin bîrekê, komkujiyekê bidin jibîrkirin lê tişta ku li Zîlanê bûyî wê neyê jibîrkirin. Bi HES'ê dixwazin sirûşta me bikin baregeha bazirganî û leşkerî. Li Zîlanê ku bi hezaran kes lê hatine qetilkirin avakirina HES'ê mirov dide fikirandin. Dadgeh jî di dest wan de ne. Destê me wê di qirika wan de be.''