Dixwazin tola Newrozê ji girtiyan bistînin

Hevseroka TÛHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku pêla êrişa li ser girtîgehan li hemberî îradeya gel a di 8’ê Adarê û Newrozê ye û bal kişand ser vî tiştî ku berpirsê mirinan dewleta Tirk e.

Ji ber êşkenceyên sîstematîk ên di girtîgehên Tirkiyeyê de di nava 3 mehên dawîn de nêzî 60 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.

Heyetên ku HDP û rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de cih digirin, diçin serdana girtîgehan.

Hevseroka TÛHAY-DER’ê ya Wanê Edîbe Babûr diyar kir ku pêla êrişa li ser girtîgehan li hemberî îradeya gel a di 8’ê Adarê û Newrozê ye û bal kişand ser vî tiştî ku berpirsê mirinan dewleta Tirk e.

Babûr diyar kir dema desthilatdariyê nekariye li hemberî îradeya gel bisekine vê carê jî êrişî girtiyan dike û got “Li girtîgehan cenazeyê hevalên me derdikevin. Li ser girtiyan her cure zext tên kirin. Dema hevalên me îtîrazî miayeneye bi kelepçe dikin jî, hevalên me li benda mirinê dihêlin, piştî nexweşxaneyan girtiyan dixin odeyên yekkesî. Di sala 2022’an de 60 hevalên me jiyana xwe ji dest dan. Ev hemû jî di hucreyên yekkesî de bûn. Li Wanê 3 hevalên me yên girtî jiyana xwe ji dest dan.”

Babûr diyar kir berpirsê van mirinan dewlet e û got “Tekane berpirsê van mirinan hikumet e, dewlet e û faşîzma AKP û MHP’ê ye. Divê hevalên me yên girtiyên nexweş bên tedawîkirin. Em bang dikin, divê di çarçoveya mafên makeqanûnî de zextên ki ser girtiyan were rakirin. Tecrîda li ser Abdullah Ocalan li hemû girtîgehan belav bûye. Divê tecrîd û polîtîkayên zextê biqedin. Divê hevalên me werin berdan.”