'Divê têkoşîna ji bo yekîtiya neteweyî bê mezinkirin'

Partî û saziyên li Bakurê Kurdistanê bal kişandin ser êrişkariya PDK'ê û gotin, "Em ji bo xwe weke wezîfeyê dibînin ku têkoşîna yekîtiya neteweyî mezin bikin, ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi hêzê re hevdîtinê bikin û mercên danûstandinan biafirînin."

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) li dijî aloziya ku tê xwestin li Başûrê Kurdistanê bê afirandin bi rengekî girseyî daxuyaniyek da. Beriya dayina daxuyaniyê, Kolana Hunerê ya li taxa Ofîsê ya navçeya Yenîşehîr a Amedê ji aliyê bi sedan polîsan ve hate dorpêçkirin.

Hevserokên KCD'ê Leyla Guven û Berdan Ozturk, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan û parlamenterên HDP'ê, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê jî di nav de bi sedan kes li Kolana Hunerê ya dorpêçkirî li hev kom bûn. Girseya gel li vê derê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin, lê belê girseya gel bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî yekîtiya Kurdan", "Bijî yekîtî, bimire xiyanet" heta Parka Ofîsê meşiya.

Li gel anonsên destwerdanê yên polîsan girse heta Parka Ofîsê meşiya û pankarta bi nivîsa "Dem dema yekîtiya neteweyî û azadiyê ye" hilda û daxuyanî da. Hevseroka DBP'ê Salîha Aydenîz û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş daxuyanî dan.

Daxuyanî bi sernavê "Helwesta hevpar a li dijî dagirkeriyê wezîfeya me ya bingehîn e" hate xwendin û hate bibîrxistin ku aloziya navbera hêzên Kurd ên li Başûrê Kurdistanê, daxuyanî û helwestên ku vê aloziyê kûrtir dike, di nava gelê Kurd de dibe sedema fikaran.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, di demeke wiha de ku hevsengiyên cîhanê û herêmê tên guhertin û hesas e, aloziya navbera Kurdan paşeroja gel, xeyalên wekhevî û azadiyê dixe nava metirsiyê û hate gotin, "Di vê demê de ku hevsengiyên hêza siyasî ya navneneteweyî ji nû ve ava dibe, şert û mercên pêkanîna daxwazên azadî û wekheviyê yên gelê Kurd ji her demê bêhtir in. Ev şert û merc û danheviyên têkoşînê yên dehan salan ên gelê Kurd nîşan didin ku azadiya Kurdan gihîştiye radeya dawî. Di demeke wiha de hêzên herêmî yên dagirker hewl didin Kurdan li hemberî hev rake û polîtîkayên dorpêçkirinê kûrtir bikin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku berdêla şer û nakokiya nava hêzên Kurdan berê ji bo Kurdan gelekî giran bû û hate gotin, "Di şerê navbera Kurdan de heta niha tenê dagirker bi ser ketin, gelê Kurd jî timî winda kir. Gelê me wê vê şermê weke qederê nema qebûl bike û li dijî vê yekê têbikoşe. Hêzên dagirker, emperyalîst Şerê Cîhanê yê 3'emîn li ser xaka Kurdistanê dimeşînin, hesabên xwe li ser vê navendê dikin. Jİ ber vê yekê Kurd di nava zext û mêtingeriyeke giran de li ber xwe didin. Qedera vê dema tarî û paşeroja ronî û azad a gelê Kurd, bi vê berxwedana gelê Kurd û liv û tevgera hêzên Kurd a li dora vê doza mafdar ve girêdayî ye. Gelê me ku di nava van şert û mercên giran de li ber xwe dide, pîvan daniye ber hêzan hemûyan ku divê bi çi rengî tevbigerin. Bendewariya me ji hemû hêzan ew e ku li gorî vê pîvana gelê Kurd tevbigerin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Em careke din bêjin; her hêza ji bo azadî û doza mafdar a paşeroja gelê Kurd têdikoşin, li tevahiya Kurdistanê hêza pêşeng û rewa ya têkoşîna mafdar e. Lewma nabe ku ti hêza li Kurdistanê têdikoşe weke hêzeke dagirker bê pênasekirin."

Bi dewamî hate gotin, "Divê kes paşeroja gelê Kurd radestî sozên dewletên dagirker neke. Yekane wezîfeya ku dîrokê daniye pêşiya me, helwesta hevpar a li dijî hêzên dagirker, mêtinger e. Her rengê siyasî yê Kurdan dewlemendiya wan e. Hêza têkoşîna azadiyê û doza Kurdan e. Rewşeke xwezayî ye ku cihêrengiya xwe ya rêxistinî hebe. Rêya çareserkirina pirsgirêkan û nakokiyan; diyalog û danûstandin e. Kurd gihîştine wê astê ku pirsgirêkên navxweyî jî, meseleyên herêmî jî bi axaftinê çareser bikin. Rêya çareseriya pirsgirêkan afirandina zemînên hevpar e, avakirina yekîtiya neteweyî ye û li se vê bingehê hewldana ji bo berjewendiyên gelê me ye. Mafê ti hêzekê nîne ku paşeroja gelê me, xeyalên azadiyê û destketiyên ku bi berdêlên giran afirandiye bixe metirsiyê. Her rêxistin, kesayet, rewşenbîr, rêxistinên girseyî yên demokratîk û her kesê ku di dilê xwe de daxwaza azadiya gelê xwe heye, pêwîste bi vê giraniyê, bi vê hesasiyet û hişmendiyê tevbigere."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku karê wan ê sereke destketiyên gel e û hate gotin, "Bi vê wesîleyê em ji gelê xwe re radigihînin ku li dijî şerekî navxweyî yê bide windakirin, em helwesteke tund nîşan didin. Beriya her tiştî jinên Kurd wê ti carî nehêlin ku careke din şerê navbera Kurdan rû bide. Em ê destûrê nedin ku ev bêşensî, ev bêqederî, ev dîrok dubare bibe. Ji bo me wezîfeya bingehîn e ku têkoşîna ji bo yekîtiya neteweyî mezin bikin, pirsgirêkan bi vî rengî çareser bikin, bi her hêzê re hevdîtinê bikin û mercên ji bo danûstandinan biafirînin. Bi vê têgihiştinê em bang li hemû hêzên Kurdistanî dikin ku bi berpirsyariya vê yekê tevbigerin, bi rola xwe rabin. Em ji dil bawer dikin ku gelê me wê rê nede şerekî navbera Kurdan. Bi vê baweriyê em ê teqez bi ser bikevin. Têkoşîna mafdar û rewa ya gelê me wê bi ser bikeve, dagirkerî û zîhniyeta wê wê têk biçe."

Daxuyanî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.