ANALÎZ

Divê Şengal ji aliyê Şengaliyan ve were birêvebirin

Dema ku DAIŞ'ê Şengal dagir kir, bi êrîşa qirkirinê komkujî kir, bi hezaran jin û zarok revand, ên ku tiştek nekirin niha radibin xwedî li Şengalê derdikevin...

Nêçirvan Barzanî dibêje 'bila gerîla ji Şengalê' derkeve. Piştre em ji Iraqê û ji yên din jî daxuyaniyên bi heman rengî dibihîzin. Yên dibêjin bila gerîla derkevin, gelo ji bo Şengalê, ji bo Êzîdxanê pêşniyarên xwe, projeyeke xwe heye? Ji bo Ezidî careke din neyên qirkirin, Şengaleke çawa dixwazin? Berî ku di vê mijarê de tiştekî bêjin, radibe ji gerîlayên ku hejmara wan a li wir kêm e, dibêjin 'derkeve'. Ev yek tê wê wateyê ku siberoja Êzidiyan nediyar û bêewle dikin. Gelo mafê kesî heye ku vê yekê li Êzidiyan bike? Bêguman nîne.

Rewşa Şengalê naşibe rewşa ti cihî. Nabe ku mirov li gorî rewşa cihekî din, li rewşa Şengalê temaşe bikin. Ne tenê PDK, cîhan jî nikare mîna gelekî ji rêzê li Êzidiyan binêre. Êzidîtî yek ji baweriyên herî kevn ê cîhanê ye, lewma divê bê ewlekirin. Êdî rewşa beriya 3'ê Tebaxa 2015'an nabe ji aliyê însaniyetê ve were qebûlkirin. Her kesê xwedî maf, edalet û wijdan, divê bixwaze ku statuyek siberoja Êzidiyan garantî dike, bê avakirin. Divê Êzidî êdî ji siberoja xwe piştrast bin. Ev yek bi diyarkirina çarenûsa xwe dibe. Divê Şengal, Êzîdxan ji aliyê Êzidiyan ve bê birêvebirin. Divê Meclîsa Şengalê birêve bibe. Lazim e biryarên li ser Şengalê ji aliyê Meclîsa Êzidiyan ve werin girtin. Piştre dikare bi wir an vir ve girêdayî bin. Mîna PDK'ê nabêje bila dewleta me hebe; tenê dibêjin bila xweseriya me hebe. Ji bo gelekî ku xwedî baweriyeke herî kevn a cîhanê ye, xwedî rewşeke xweser e û 74 caran ferman lê rabûye, gelo ev nebe mafê wan wê bibe mafê kê?

PDK dewletê dixwaze, lê xwerêveberiya Êzidiyan di çavê wan de radibe. Gelo bêwijdaniyeke bi vî rengî dibe? Êzidî tenê daxwaza demokrasiyê dikin. Ma demokrasî ne ew e ku gel xwe bi xwe birêve dibe? Em bihêlin bila Êzidî xwe bi xwe birêve bibin, piştre bê nîqaşkirin bê bi ku ve girêdayî bin. Eger Êzidî dibêje em ê nebin dewlet, wê çaxê ev tirs û fikar ji ber çi ye?

Başûr niha ne dewlet e. Dibe ku di rewşa heyî de li gelemperiya cîhanê, welatê bi qasî dewleteke serbixwe tevdigere, Başûrê Kurdistanê ye. Eger bibe dewlet, wê yek ji deh parên serxwebûna roja îro di dest de nebe. Ji PDK'ê heye ku eger bibe dewlet wê ji îro bêhtir serbixwe û azad be. Niha bi kesî ve ne girêdayî ne. Bêguan welatên ku xwe pê ve girê daye hene; lê belê eger got 'ez bûm dewlet' wê ji bi deh qatan ji îro bêhtir cih lê teng bibe, bê girêdan. PDK rêveberiyeke kêfî dijî, ku li ti devera cîhanê nîne. Dema bibe dewlet wê derfetên xwe yên îro nebin. Dibe ku qezenca xwe ya yekane ew be, rewşa xe ya otorîter a îro bêhtir otorîter bike; wê hewl bide hemû hêzên siyasî yên li derveyî xwe binpê bike. Ji xwe, ji bo pirsgirêkên li Başûrê Kurdistanê binixumîne, PDK timî qala dewletê dike. Li şûna çareserkirina pirsgirêkan dema pirsgirêk giran dibe, bi gotina 'em ê dewletê ava bikin' ya hewl dide her kesî bêdeng bike, ya jî her kesî bi astengiya li pêşiya avabûna dewletê sûcdar dike. Kes li pêşiya avakirina dewletê nebûye asteng. Meclîsa Başûrê Kurdistanê dikare li hev bicive û biryareke bi vî rengî bide. Kesek tiştekî dijberê vê nabêje. Lê belê PDK gotina dewletê timî bi kar tîne û di vî warî de jî gavekê navêje. Di vir de jî xuya ye armanceke xwe ya cuda heye. Tişta ku em dixwazin balê bikişînin ser, ev e.

Dewleta PDK'ê dixwaze hê zordar be; Êzidî dixwaze xweseriyê, Şengalê hê demokratîk bikin. Êzidî hemû vê dixwazin. PDK jî dibêje, nabe.

Rayedarên PKK'ê dan xuyakirin, di pêvajoyekê de ku hevdîtinên wan bi PDK'ê re dewam dikin, dayîna daxuyaniyeke bi vî rengî ji aliyê Nêçirvan Barzanî ve, hevdîtinan dixitimîne. Hem wê di mijara Şengalê de hevdîtinan bike, hem jî tiştekî bi vî rengî ferz bike! Xuya ye bi rengekî cidî nêzî hevdîtinan nabe. Li gorî tiştên me bihîstine, PKK'ê gotiye, bila meclîseke ku hemû Êzidiyên ser bi PDK û YNK'ê cih digirin ava bibe û Êzidî bêyî cihêkariyê, bi rengekî hevpar tevbigerin. Pêşniyareke gelekî maqûl a çareseriyê pêşkêş kiriye. Yanî pêşniyar kiriye, ku meyla xwe ya siyasî çi dibe bila bibe, divê meclîsa hevpar a Êzidiyan Şengalê bi rê ve bibin. Wekî din pêşniyar kiriye ku hêzên çekdar ên Êzidiyan ên li Şengalê hevpar bibin. Ji ber ku li Şengalê gelek cemaetan yekîneyên xwe yên çekdarî ava kirine. PDK'ê jî çek daye hin Êzidiyan. Her wiha YBŞ heye. Pêşniyar kiriye ku ev hemû bibin yek û bibin hêzeke Êzidiyan. Ev pêşniyar ê qebûlkirinê ne. Li şûna derkeve-bimîne, çareserkirina pirsgirêkê bi lihevkirineke bi vî rengî heye. Tevî hebûna çareseriyeke bi vî rengî, ev daxuyanî û ferzkirin ji bo çi ye? Ji xwe gerîla dibêjin, hebûna me ji bo xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan e. Ev yek gelek caran jî eşkere kir.

Gerîla, ji bo Şengal di desê hin kesan de bimîne, ne li wir e. Bi berpirsyariya xwe ya însanî û dîrokî li wir e. Ne tenê ya gerîla, berpirsyariya hemû Kurdan li pêşberî Êzidiyan heye. Berpirsyariya pêşmergeyan hê zêdetir e. Divê bi pêkanîna xwerêveberî û xweparastina Êzidiyan re vê berpirsyariya xwe bi cih bîne. Eger PDK û pêşmerge vê qebûl nekin, wê li pêşberî dîrok, wijdan û edaletê berpirsyar bin.

PDK li şûna ku ji gerîla û PKK'ê re bêje derkeve, divê pêşniyarê bike ku em ji bo Êzidiyan siberojekê amade bikin, bikin ku ev civak ji xwe bawer bike û nîşan bidin ku xwedî lê tê derketin. Naxwe bêyî dîtina aliyê xweser ê Şengalê û Êzidiyan, gotina 'Ev der Başûrê Kurdistanê ye, bila derkevin' wê nêzîkatiyeke gelekî teng be. Hingî ev ê were wê wateyê ku Şengal mîna cihekî ji rêzê tê dîtin. Beriya bê gotin 'Wê ya kê be?', divê bersiv ji pirsa 'Rewşa Êzidiyên li Şengalê wê çi be?' bê dayîn. Êzidî êdî bê xwerêveberî û bê xweparastinê nabe. Ji xwe Êzidiyên vê yekê naxwazin, nabînin, hê sedema rabûna fermanê fêhm nekirine. Êzidiyên vê nebînin, tê wê wateyê ku qîrîna şehîdên fermana 74'an nedîtine. Lazim e Êzidî hê bi wêrekî bêjin em xwerêveberiyê, xweparastinê yanî xweseriyê dixwazin. Pêwîste vê yekê ji cîhanê re ragihînin. Kurdên di bin bandora PDK'ê de ne, divê ew jî vê bêjin. Êzidiyên vê nebêjin, wê xiyanetê li civaka xwe bike.

Ne diyar e bê DYA gotiye bila gerîla ji wir derkeve yan dernekeve. Eger wan jî ev gotibe, hingî divê mirov ji wan re jî vê bêjin; Beriya her tiştî, ji bo careke din ferman li Êzidiyan ranebe, hûn çi dibêjin? Ev civaka ku xwedî nasnameyeke cuda û rewşeke xweser e, mafê xwe yê xwerêveberiyê nîne? Destekdayîna ji nêzîkatiyên hegemonîk navendîparêz ên PDK'ê tê wateya erêkirina rabûna fermaneke nû li serê Êzidiyan e. Berî xwerêveberî û xweparastinê, wê Êzidî çawa ewle bin? Beriya ku bêjin; bila gerîla ji wir derkeve, lazim e bersivê bidin van pirsan.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA