'Divê peyama berxwedêran baş bê fêhmkirin'

Hayat Guler dayika Veysel Guler yê li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere di greva birçîbûnê de ye, bal kişand ser peyama girtiyên di greva birçîbûnê de ne û bang li gelê Kurd û Tirk kir ku bi rengekî topyekun li dijî tecrîdê têbikoşin.

Ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger Leyla Guven û 291 girtiyan dewam dikin. Yek ji çalakgeran jî Veysel Guler (25) e ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzê 35 roj in di greva birçîbûnê de ye. Dayika Veysel Guler, Hayat Guler têkildarî çalakiya kurê xwe axivî û da xuyakirin ku divê dengê çalakgerên bedena xwe dane li ber mirinê bê bihîstin û got, heta dawiyê li pişt têkoşîna kurê xwe ye.

'KURÊ MIN HERDEM BÛ HEDEFA DEWLETÊ'

Dayik Veysel Guler, Hayat Guler diyar kir ku kurê wê her demê di hedefa dewletê de bû û got, "Kurê min Veysel sala 1993'an li navçeya Pasûrê a Amedê hatiye dinê. Ji ber zextên dewletê em neçar man koçî Amedê bikin. Jiyana Veysel bi giştî li Amedê derbas bûye. Veysel hîn diçû pola duyemîn a dibistana amadeyî bû hedefa zextên dewletê û hate destgîrkirin. Kurê min sê caran hate destgîrkirin. Herî dawî kurê min di 18 saliya xwe de hate girtin û 7 sal e di girtîgehê de tê girtin. 7 sal e kurê min li gelek girtîgehan hate sirgûnkirin û niha jî ji bo azadiyê bedena xwe daye li ber mirinê."

'KURÊ MIN Û 8 HEVALÊN XWE DI ÇALAKIYÊ DE NE'

Guler anî ziman ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kurê wê bi 8 hevalên xwe li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandere ya Rîzeyê 35 roj in di çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye û got: "Kurê min sala 2012'an li Girtîgeha Mîdyatê 48 rojan ji bo tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe kete çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Li ser banga Rêber Apo dawî li çalakiya xwe anî. Îro jî bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven 281 girtî û li seranserê dinyayê hevalên me di çalakiyê de ne. Kurê min bi 8 hevalên xwe re 35 roj in di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Bi îzna xwedê em ê bi ser bikevin ji ber ku em mafdar in."

'GIRTÎ DI ÇALAKIYÊ DE BI BIRYARIN'

Guler qala axaftina xwe ya bi kurê xwe re kir û diyar kir, kurê wê bi rêya telefonê jê re gotiye; "Dayê me meraq neke, em baş in. Çalakiya me ya li vir bi biryardarî didome. Ji me re nebêje ku dest ji çalakiyê berdin. Ger hevrêya me Leyla Guven bedena xwe dide ber birçîbûnê, divê her kes baş zanibe bê ev tê çi wateyê. Heta ku daxwazên me bi cih neyên, em ê çalakiya xwe bi dawî nekin." Guler got, "Divê ev peyama kurê min ji aliyê her kesî ve baş bê fêhmkirin."

'JI BO ARAMIYA TIRKIYEYÊ DIVÊ TECRÎD RABE'

Dayik Guler di dawiya axaftina xwe de bang li dayikên Kurd û Tirk kir û got: "Tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo tê kirin bi ti awayî nayê qebûlkirin. Kurdan ji bo bidawîkirina tecrîdê bedena xwe daye li ber mirinê, divê ev dengê Kurdan bê bihistin. Bila dayikên Tirk jî bikevin dewrê. Tecrîd li dijî her kesî ye. Ji bo aştî û aramiya vî welatî divê tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe û rêyên diyalogê bên vekirin."