‘Divê êşkenceya li ser girtiyan bi dawî bibe‘

Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê bal kişand li ser rewşa girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan û banga "Divê demildest dev ji vê bêhiqûqiyê berdin" kirin.

Komîsyona Şopandina Girtîgeha Mêrdînê li ser girtiyên nexweş û binpêkirinên mafê jiyanê yên li girtîgehan daxuyanî da. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl û parêzer beşdarî daxuyaniya li ber avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Mêrdînê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Bila binpêkirinên mafan û êşkenceya li girtîgehan bi dawî bibe" hat vekirin.

Daxuyanî ji aliyê parêzer Leyla Kaya ve hate xwendin. Kaya destnîşan kir ku li gorî peyman û belgeyên navneteweyî yên ku Tirkiye jî pê re, di hiqûqa navxweyî de êşkence qedexe ye û bal kişand li ser mirinên bi guman ên li girtîgehan û got ku ew ê li dijî êşkence û muameleya xerab têbikoşin.

Kaya anî ziman ku bi sedan girtiyên ku divê serbest bihatina berdan bi hincetan nayên berdan û xwest hemû girtiyên wexta wan ya serbest berdanê hatiye û nayên berdan, serbest bên berdan.  

Kaya, qetilkirina Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Jimare 1 a Kandirayê û Şervan Can Guder a li Girtîgeha Tîpa F a Wanê hatin qetilkirin, bi bîr xist û got: “Ferhan Yilmaz li Girtîgeha Tîpa L ya Hejmar 5 a Sîlîvriyê bi êşkenceyê hatiye qetilkirin. Divê demildest dest ji kiryarên neqanûnî berdin.“

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe“ bi dawî bû.