Gerîlayê YRK'ê Asos: Divê her kes bikeve bin barê şoreşê

Gerîlayê YRK'ê Mêrxaz Asos bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dewleta Tirk û diyar kir ku pêwîstî bi piştgiriya gel heye. Mêrxaz Asos got, "Divê gelê Kurd nebe temaşevanê vî şerî. Lazim e cihê xwe di nava berxwedanê de bigire."

Gerîlayê Yekîneyên Rizgariya Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Mêrxaz Asos têkildarî êrişên dagirkeriyê û têkoşîna gerîla ji ANF'ê re axivî.

Gerîla Mêrxaz Asos bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka Kurdistanê û got, "Ev dagirkerî ne tenê êrişên dewam dawî ye. Ev dagirkerî xwedî dîrokeke dûr û dirêj e. Lewma divê dîroka dagirkeran baş bê fêhmkirin. Ji ber dewlemendiya erdnîgariya me, dagirker hîn bêhtir çav berdidin welatê me. Divê em van tiştan hemûyan zanibin. Weke ku Rêber Apo dibêje, 'şoreşa zîhnî ya herî girîng e'. Ev jî ji bo naskirina dagirkeran derbas dibe."

Gerîla Mêrxaz Asos têkildarî siyaseta rejîma Îranê ya li dijî gel jî anî ziman, ku rejîma Îranê dixwaze gelê Kurd ji aliyê mejî û fîzîkî ve tune bike. Gerîla Mêrxaz Aso bi dewamî got, "Dema ku mijar dibe Kurd, hêzên dagirker hemû li hev dikin. Rejîma Îranê ji bo karibe gelê Kurd qir bike, giraniyê dide ser şerê taybet. Gelê Kurd xwedî dîrokeke kevnar e û rejîma Îranê dixwaze vê tune bike. Ji bo vê jî hewl dide civakê bê bîr, dîrok û nasname bihêle û civak bi vî rengî nikaribe li ser lingan bimîne."

Gerîla Mêrxaz Asos hişyarî da û diyar kir ku divê kes bi gotinên neyar û xayinan nexape, nekeve xefika wan û got, "Ev şerê tê meşandin ne tenê şerê gerîlayên Kurdistanê ye. Şerekî ku çarenûsa gelê Kurd diyar dike. Bila kes xwe bi gotinan nexapîne. Ji bo dijmin ferq nake, Kurdek li ku be yekser êriş dike."

Mêrxaz Asos destnîşan kir ku divê gelê Kurd li vê berxwedanê temaşe neke û got, "Em di pêvajoyeke wiha de ne ku divê her kes xwedî li erkên xwe derkeve. Gerîla bi rê û rêbazên nû her roj derbên giran li dijmin dixe. Di vê dema dîrokê de lazim gelê Kurd hêza xwe bike yek û dagirkeran ji Kurdistanê derxîne. Li dijî êrişên dewleta Tirk ên bi teknîka herî pêşketî, gerîla bi vîneke mezin li ber xwe dide. Bêguman çavkaniya vê berxwedanê fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Çavkaniya wê ya din jî berxwedana gelê me ye. Ji bo ev dagirkerî were şikandin pêwîste gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê bi taybetî jî li Başûrê Kurdistanê piştgiriya gerîla bike. Lİ hemberî dagirkeriyê xwedî helwest be û bêdeng nemîne. Bêdengî şerma herî mezin e ji bo Kurdan."

Gerîlayê YRK'ê Mêrxaz Asos di dawiya axaftina xwe de bi taybetî bang li ciwanan kir ku li ber dagirkeriyê 4rabin û tevlî nava refên gerîla bibin.

Gerîla Mêrxaz Asos got, "Erka ciwanan ew e ku xaka xwe biparêze" wiha dewam kir, "Em weke gerîlayên Kurdistanê bi xwe bawerin, bi piştgiriya gelê xwe bawerin. Em bi hev re li dijî dagirkeriyê têbikoşin. Jİ ber ku dem dema berxwedanê ye."